ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-30 09:00:00   *Jinên Efrînê yên li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne di derbarê hatina demsala zivistan, baran û zehmetiyên ku di hundirê kampê de dibînin gotin: "Berxwedan û têkoşîna me li kampan ji zivistana qerisî xurtir e. Pêwîstiya me ya herî girîng Efrîn e." DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Malbetên Şehîdan a Kantona Efrînê di derbarê komploya navneteweyî û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotin: "Em ê xeta berxwedan û têkoşîna Îmraliyê mezin bikin û Serok Apo ji zîndanan azad bikin."DÎMEN HEYE   *Li Edeneyê jinan dest bi çêkirina tirşiyê kirin. Jinan bertek nîşanê bihayê xurekan û krîza aborî dan. DÎMEN HEYE   *Li Stenbolê 22’emîn Komxebata Navendên Şêwirmendî û Stargehên Jinan pêk hat. Ji Mor Çati Ozlem Sunata bal kişand ser girîngiya encamnameya komxebatê û got: “Komxebat ji bo rêxistinên jinan girîng û bi kelecan e. Têkoşîn û torek me ya kampanyayê heye. Ev têkoşîn wê bi hevkariyê bidome.” DÎMEN HEYE   * Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş deklerasyona ku HDP’ê aşkera kiriye nirxand û wiha got: “Niha Meclîs ji bo me qada berxwedanê ye. Em meclîsê li dijî faşîzm, netewperestî, nîjadperestî û çavsoriyê wek qada berxwedanê dibînin û di vê esasê de xebatên xwe dimeşînin.”   * Nûrcan Aslan a ji doza Nisêbînê tê darizandin û 25 sal ceza lê hat birîn, bi nexweşiya pençeşêra malzarokê ket. Malbata Nûrcanê diyar kir ku divê Nurcan ne li revîrê, li nexweşxaneyê bê dermankirin û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.