Meclîsa Jinan xwest kesên ku belavok belav kirin serbest bên berdan 2019-11-29 14:53:57   STENBOL - Li Stenbolê 6 jê jin 7 kesên ku belavokên 25'ê Mijdarê belavkirin hatin girtin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê girtin şermezar kirin û xwestin kesên girtî serbest bên berdan.    Li Stenbolê koma di navde 6 jin û mêrek hebû di 24'ê mijdarê de, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê belavok belav kirin û xwestin balê bikişînin ser şîdetê. 7 kesên belavok belav kirin hatibûn binçavkirin û bi hinceta “Em li dijî tundiya dewleta mêr di îsyanê de ne" hatibûn girtin. Heyeta dadgehê îdîa kir ku bi vê yekê dewlet biçûk xistine. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê li avahiya HDP'ê ya Bajar a Beyoglu daxuyanî dan çapemeniyê.    Jinan li salonê pankarta "Em dê li dijî şîdeta dewleta mêr îsyanê mezin bikin, bijî piştevaniya jinan" vekirin û daxuyanî dan. Di civînê de parlamentera HDP'ê Oya Ersoy, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut û Nûnerên Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) û Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn.    Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan didomin û wiha got: "7  kesên belavok belav kirin hatin girtin. Xeta jinan a HDP'ê; îtîraza li dijî desteserkirina destkeftiyên jinan e. Em dê parastina mafên xwe yên demokratîk berdewam bikin. Tişta heyî tundiya dewleta mêr e. Têkoşîna li dijî vê yekê mafê me yê herî demokratîk e. "    Endama SKM'ê Gamze Toprak jî anî ziman ku tu şîdet nikare têkoşîna jinan bi sînor bike û got: "Jin şîdeta dewleta mêr teşîr kir. Jin dikarin piştevaniya jinan mezin bikin."     Parlamenter Oya Ersoy jî anî ziman ku di 25'ê Mijdarê de jinan qad tijî kir û nîşan dan ku di têkoşîna xwe de çiqas mafdar in.    Piştî axaftinan Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê Beser Çelîk daxuyanî xwend. Çelîk, anî ziman ku ew tundiya dewleta mêr ji nêzîk ve nas dikin û got: "Li gori me jinan dewlet; mêr e û nêr e, zordest e. Me ev herî dawî di 25'ê mijdarê meşa jinan de dît.    Beser, xwest ku hevalên ku hatin girtin serbest bên berdan.