Li Tirkiyeyê astengdarî 2019-11-29 09:13:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîna herî berfireh ya li Tirkiyeyê ya der barê astengdaran di 2011’an de hatiye kirin. Ji perwerdê heta îstîhdamê dîsa jin di dezavantaj man û hat dîtin ku rêjeya jin û mêrên astengdar yên rastî îstîsmar û êrîşa fîzîkî-zayendî hatiye jî nêzî hev in.   Netewên Yekbûyî (NY) bi armanca ji mafên kesên astengdar û pirsgirêkên wan çareser bikin di 1992’an de di 3’ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê îlan kir. Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê (WHO) ya di 2018’an de weşandiye, hejmara astengdaran ji ber nexweşiyên kronîk, kal û pîrbûna bil ez, zêde bûye. Nexweşiyên kronîk yên wek nexweşiyên dil, diyabet, damar, pençeşêr û mêjî zêde bûne û ev jî yek ji sedemên zêdebûna astengdariyê ye.   Li gorî raporê tê gotin ku astengdarî êdî mijara mafê mirovan e û mirov ne tenê ji aliyê bedenê ve, ji aliyê civakê ve jî tên astengkirin. Di raporê de hat bilêvkirin ku ji sedî 80’ê astengdaran li welatên pêşketî tê jiyîn û ji sedî 50’yê astengdaran xizmeta wan ya tenduristiyê nayê dayîn. Tê diyar kirin ku li cîhanê ji 100 mîlyonî zêdetir zarokên astengdar hene û ev zarok li gorî zarokên din çar kat zêdetir rastî şîdetê tên.   3’ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê nêz dibe û em li pirsgirêkên welatiyên astengdar yên Tirkiyeyê binêrin. Li Tirkiyeyê jiyan ji bo jin û zarokan ji xwe zehmete. Hele ku kesên astengdar zêdetir pisgirêkan dijîn. Di mijarên perwerde û ximzetên tenduristiyê de di rewşa dezavantaj de ne. Her wiha xwegîhandina daneyên wan yên tenduristiyê jî zehmet e. Der barê nifûsa wan de jî daneyek rojevî tune.   Nêzî 5 mîlyon astengdar hene   Daneyên berfireh yên der barê welatiyên astengdar de di dixebata 2011’an da Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) de heye. Li gorî daneyên TUÎK’ê, li Tiriyeyê nêzî 5 mîlyon welatiyên astengdar heye. Yanî li Tirkiyeyê ji sedî 6.6 welatiyên astengdar hene û ji vê jî ji sedî 42,8 mêr ji sedî 57,2 jî jin e. Yek ji pirgirêkên herî mezin ya welatiyên astengdar ya tevlî jiyana civakî bibe, nexwenegîhandine. Rêjeya welatiyên ji rê û peyarêyan bi gazincin ji sedî 60 e û ji sedî 60 jî dibêjin avahiyên cemawerî û malên wan ne li gorî bikaranîna astengdaran e.    Asta perwerdê   Asta perwerdehiyê ya nifûsa astengdaran li gorî seranserê nifûsê kêm e. Hejmara astengdarên xwendin û nivîsandinê nizanin ji sedî 23.3. Ev rêje bi mêran re ji sedî 10.9 e û ijnan jî 32,4 hatiye tespîtkirin. Rêjeya mezunên dibistana bilind jî bi mêran re ji sedî 4 e û jin jî ji sedî 1.5 e.   Jiyana xebatê   Di navbera salên 2008-2017’an de hejmara astendarên di saziyên cemawerî de dixebitîn hezar û 672 bû û di sektora taybet de jî bi giştî 15 hezar û 157 karkerên astengdar dixebitîn.   Dezavantaja jinên astengdar zêdetir e   Dema mirov li alî zayendî de li îstîhdama astengdaran dinêrin, mirov dibînin ku jinên astengdar zêdetir dezavantajin. Li Tirkiyeyê tevî ku ji sedî 57,2 jin, ji sedî 42,8 mêrin jî rêjeya îstîhdama mêrên astengdar bilindtire.    Rastî êrîşa zayendî û fîzîkî tên   Komeleya Lêkolîn û Mafên Civakî (TOHAD) der barê şîdet, îstîsmara li hember astendaran raporek amade kir. Li gorî rapora ku salên 2012-2017’an dihewîne, binpêkirinên mafan yên wekê şîdeta fîzîkî-zayendî, îstîsmarê her diçe xera dibe. Bûyerên îstîsmarê ji sedî 49,6 tê dîtin. Yên fîzîkî jî di rêza duyem de 21,99 tê dîtin.   Gumanbar nas in   Li hember xebatkarên astengdar yên di avahiyên cemawerî de dixeibtin jî ji sedî 33,51 bûyerên îstîsmar û şîdetê pêk tên. Gumanbarên êrîşan jî nas in û xwedî rêjeyek girîng e. Ji sedî 24 gumanbar cîran, heval an jî kesên ji taxê ne.   Di navbera 2018-2019’an bûyerên êrîşên şîdet û zayendê jî berdewam kir. Li Uşkakê jina astengdar ya bi navê Beyhan A. ku li navendek rehabîlîtasyonê razayî dima, bi gumana jehrîkirina toksîtê rakirin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Uşkakê. Di dermankirina ewil de daneyên êrîşa zayendî hat dîtin û Beyhana ku xistin emeliyetê di 21’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Di otopsiyê de jî êrîşa zayendî hat dîtin.   Li Enqereyê êrîşa zayendî   Li navçeya Çankaya ya Enqereyê, astendara zîhnî û bedenê ya bi navê B.B di 28’ê Hezîranê de li saziya perwerdehiya taybet, rastî êrîşa zayendî ya jokarê serwîsê Hasan B. hat. Piştî bûyerê Hasan B. reviya. Piştre hat binçavkirin û hat girtin.   H.K ya li Gîresunê dijiya û astengdara zîhnîbû, di 2016’an de ji aliyê cîranê wan Mehmet Ç ve rastî îstîsmarê hat. Xizma H.K, Okan Y li şûna ku gumanbar gilî bike, wî jî H. îstîsmar kir.