Bi lacikên xwe yên spî bûn nîşaneya berxwedanê 2019-11-29 09:02:31   Medya Uren    AMED - Dayikên kurd her tim li qadan pêşengiya civakê kirin û li kolanan li pêy heqîqet û azadiyê bûn. Makbûle Akyuz jî wekî dayikên din bi lacikê sipî bû nîşaneya berxwedanê. Makbûle, got: "Ji bo min li malê rûniştin bê watê bû. Divê min serî rakir a, ligel hevalên xwe têkoşîna aştî û azadiyê bida meşandin. Sedema tevlîbûna min a çalakiyan ev bû."    Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Girtiyan û Dayikên Laçikspî, kirdeya têkoşîn û berxwedanê ne. Di her çalakiyan de bûn pêşengên civakê. Ji bo pêşeroja zarok û civakê her tim li dijî zext û zordariyê li ber xwe dan. Di grevên birçibûnê de, ji bo daxwazên girtiyan bûn pêşeng û bûn dengê girtiyan. Her wiha di 19’ê tebaxê de dema qeyûm tayînê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin çalakiyên rûniştinê hatin destpêkirin. Di çalakiyên rûniştinê de jî dayik li pêş cih xwe girtin. Yek jî wan dayikan, dayika Makbûle Akyuz e. Makbûle di nav hemû çalakiyan de cih girt û li gel hevalên xwe li ber xwe da.    'Li dijî zordariyê li ber xwe dan'   Makbûle 59 salî ye û li gundê Xenasa navçeya Çinara Amedê dijî. Makbûle dayika 8 zarokan e. Jiyana wê her tim li gund derbas bûye. Makbûle di axaftina xwe de bal kişand ser salên 93’yan û wiha qal kir: “Di salên 93’an de wekî her cihên herêmê gundê me  Xanikê jî bi heman gefan re rûbirû man. Her tim zilm dihat kirin. Lê gundî tu carî serî netewand û li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe da.”   Jiyana malbatê guherî...   Jiyana ku heta salên 93’yan li gorî civaka heyî dom dikir, piştî salên 93’yan veguherî berxwedanê. Zarokên malbatan jî êdî ji zilm û zordariyê para xwe girtibûn û ne dixwestin bi vî rengî bijîn. Malbata Makbûleyê jî bi bandor bû û Makbûle wiha bal kişand ser guherîna malbata xwe: “Min zarokên xwe di nav zehmetiyan de mezin kir. Kurê min Delîl Akyuz di 18’ê nîsana 2016’an de dema 24 salî bû û bi birîndarî ket destê leşkeran. Piştre jiyana xwe ji dest da. Kurek min jî li dijî wê yekî tevlî têkoşîna azadiyê bû û êdî bêtir jiyana me guherî.”   'Her aliyê me bûye wekî zindan'    Zarokên Makbûleyê yên din ji ber rewşa malbatê, çend zanîngeh qedandin jî negirtin ser kar. Jiyana malbata Makbûleyê her tim bi girtin û binçavkirinan derbas bû. Makbûle, diyar kir ku wekî bi hezaran dayikên kurd êş dikeşîne û wiha dom kir: “Jiyana min jî wekî dayikên din di nav kul û derdan derbas bû. Zarokên me tên girtin û tên kuştin. Her aliyê me bûye wekî zindan. Em hemû kurd bi dil êş û bi keder in.”   Li kolanan lêgerîna maf û azadiyê...    Makbûle ligel ev qas tiştan baweriya xwe ji têkoşîna azadî û mafan qut nekir. Lêgerîna wê ya azadî û mafan li kolanan pêş ket. Wekî Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Girtiyan û Dayikên Laçikspî, hêrs û kulên dilên xwe weguhert berxwedanê. Makbûle wiha bal kişand ser berxwedana xwe: “Ji bo min li malê rûniştin bê watê bû. Divê min serî rakir a, li gel hevalên xwe têkoşîna aştî û azadiyê bida meşandin. Sedema tevlîbûna min a çalakiyan ev bû. Ez tu carî baweriya xwe ya têkoşînê qut nakim.”   Bûn dengê girtiyên ku di grevê de   Makbûlê, bi Dayikên Lacikspî re ji bo bibin dengê girtiyên ku di greva birçûbûn û rojiya mirinê de ne li qadan cih xwe girt. Dayikan di vê deme li Koşuyoluya navçeya Rêzana Amedê li gel dorpêç û zextên polîsan daxwazên girtiyan dianîn ziman. Makbûle, wiha qal kir: “Me di meha remezanê de jî çalakiya xwe didomand. Em bi zext û zordariyê re rûbirû man. Me xwest em bibin dengê girtiyên ku di greva birçîbûnê de bûn. Em li Koşuyoluyê kom dibûn û me çalakiya xwe pêk dianî."   Dayik bûn nîşaneya berxwedanê   Makbûle, li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê tevlî çalakiyên rûniştinê dibû. Her roj li gund dihat û li ber germahiyê ligel dorpêç û zextên polîsan tevlî çalakiyê dibû. Makbûle, got: “Em her roj li qadan bûn. Her roj bi awayeke cuda êrîşê li me dikirin. Siyasetmedarên me hatin girtin, qeyûm tayînê vîna Gelê Kurd kirin. Wêrektiya pergalê nîne û tenê dixwazin bi tehdît û diziyan xwe li ser piyan bihêlin. Lê em jî tu carî dev jî çalakiyên xwe û berxwedana xwe bernadin.”   Makbûle Akyuz wekî bi hezaran dayikên kurd bi laçika xwe ya spî bû nîşaneya berxwedanê.