'Organê sîvîlan didizin' 2019-11-29 09:01:33   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Meclîsa Federal a Navçeya Zirganê Semîra Elî Hisên rewşa navçeya Zirganê, xeteriya êrîşên girêdayî dewleta tirk ê li ser gundê wan û jinan nirxand. Semîrayê got:"Jinên Zirganê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve tên tehdîtkirin."   Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê heta vê kêliyê jî tevî ragihandina agirbestê ranewestiyaye û talanî didome. Endama Meclîsa Federal a Navçeya Zirganê Semîra Elî Hisên rewşa navçeya Zirganê, xeteriya êrîşên girêdayî dewleta tirk ê li ser gundê wan û jinan nirxand.    'Jiyana sivîlên Zirganê di xeteriyê de ye'   Semîrayê wiha got: "Dewleta tirk bi alîkariya hin hêzan xaka me parçe dike û dagirkeriya xwe berfireh dike. Armanca çeteyan ne 'Herêma Ewle ye' herêmekê dixwazin ku berhemên gel yên bi sedê salan ava kirin û kom kirine talan bikin a herî girîng jî projeya Netewa Demokratîk têk bibin. Çete li gundê derdora navçeya Zirganê bicih dibin û ji wir êrîşî navçeyê dikin, bi sedan kes bi taybet jî jin û zaroka di malê xwe de ne û nexwestine derkevin da ku malên wan ji aliyê çeteyan ve neyên dizîn lê jiyana van sivîlan di xeteriyê de ye. Pêwîst e di vê mijarê de cîhan bi wîjdan û exlaqê xwe tev bigere, ne li gorî berjewendiyên xwe, tev bigere"   'Organê sîvîlan didizin'   Semîrayê diyar kir ku ew berxwedana xwe didomînin û wiha got: "Rojava ji bo hemû gelan bûbû stargeh. Lê piştî êrîşên dewleta tirk jiyana sivîlan ket xetereyê. Piştî êrîşa dagirkeran bi dehan jin bi topên wan hatin qetilkirin, zarok bi çekên kîmyewî yên qedexe şewitîn. Organê sîvîlan didizin. Her dem jin di dîrokê de rastî binpêkirinan hatine. Jinan xwestin bi têkoşîna xwe ya bi salên demdirêj hişmendiya mêr bidin guhertin da ku civak li ser bingehekî rast û dirust ava bibe û nifşên nû hişmendiya wan ne wiha be. Her têkoşîna jinan ji aliyê dewletan ve hatiye tepisandin. Jinên Rojava li dijî pêkanînên xirab her dem li berxwe dan. DAIŞ û dewleta tirk dixwazin berxwedan û dengê jinan rawestînin. Jinên Zirganê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve tên tehdîtkirin yek ji wan jinan jî endama Meclisa Federal a navçeyê ye. Li dijî van tehdîdan em li berxwe didin."   'Ne Rûsya û ne jî Emerîka, tekane hêza parastina civakê QSD ye'   Semîrayê bang li NY'ê kir ku bi erkê xwe rabin û êrîşkar ji ser axa Rojava vekişin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ne Rûsya û ne jî Emerîka ev herdû hêz jî aramiyê ji me re nayînin, hêza me ya parastinê heye ew jî QSD ye. Tekane ev hêz dibe hêza parastina civaka xwe. Pêwîst e dewleta tirk ji xaka me derkeve, hêza me heye ku em dîsa gund û bajarê xwe ava bikin û bi rê ve bibin."