ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-29 09:00:00   *Endama Meclîsa Federal a Navçeya Zirganê Semîra Elî Hisên rewşa navçeya Zirganê, xeteriya êrîşên girêdayî dewleta tirk ê li ser gundê wan û jinan nirxand. Semîrayê got:"Jinên Zirganê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve tên tehdîtkirin."DÎMEN HEYE   *Dayikên kurd her tim li qadan pêşengiya civakê kirin û li kolanan li pêy heqîqet û azadiyê bûn. Makbûle Akyuz jî wekî dayikên din bi lacikê sipî bû nîşaneya berxwedanê. Makbûle, got: "Ji bo min li malê rûniştin bê watê bû. Divê min serî rakir a, ligel hevalên xwe têkoşîna aştî û azadiyê bida meşandin. Sedema tevlîbûna min a çalakiyan ev bû." DÎMEN HEYE    *Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Li gel girankirina tecrîdê Tirkiye ber bi aloziyeke kur ve diçe. Jinên Wanê diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê pêşî li kuştin, pêvçûn û tundiya li ser jinê tê vekirin. BI DÎMEN   *HDP’ê bi daxuyaniya der barê nîqaşên Sîne-î neteweyî de nokteya dawî danî û Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan wiha got: “Daxwaza wan ev bû ku em meclîsê terk bikin. Di encama nîqaşên hatin kirin her çiqas êrîş hebin jî biryar hat dayîn ku mewziyên bi ked û bedelek mezin hatine dayîn neyên terkirin.Ji ber vê jî rewşa Sîne-î netew, ne têgeheke ku beramberiya HDP’ê dide.”   *Ji bo Şaredariya Stewrê, Şemrex û Dêrikê ya Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredara Mêrdînê Eylem Amak bertek nişani tayinkırına qeyüman da,  diyar kir ku tu aliyê vê yê hiqûqî tune û got girtin û polîtîkayên qeyûm wê bi têkoşîna me vala derkevın.   * Lêkolîna herî berfireh ya li Tirkiyeyê ya der barê astengdaran di 2011’an de hatiye kirin. Ji perwerdê heta îstîhdamê dîsa jin di dezavantaj man û hat dîtin ku rêjeya jin û mêrên astengdar yên rastî îstîsmar û êrîşa fîzîkî-zayendî hatiye jî nêzî hev in.   - Runiştina doza gûmanbarê êrîşa zayendî Hasan D ku zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû hişt, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê  hat dîtin û dadgehê jî tehdîdên gumanbar yên li hember zarokê û ferzkirina fuhuşê ya ji aliyê bavê wê ve ji nedîtîve hat û girtina gumanbar red kir.