Li dijî şîdeta li hemberî jinê semîner hatin lidarxistin 2019-11-28 17:22:44   KOBANÊ - Li bajaroka Sirînê û li nahiyeya Til Xezalê derbarê şîdeta li hemberî jinê, ji hêla Kongreya Star a Kobaneyê ve semîner hatin organîzekirin.    Li dijî şîdeta li hemberî jinê, bi pêşengtiya Kongreya Star a Kobanê semînerek li Kobanê taxa şehîd Kawa, li bajaroka Sirînê û nahiyeya Til Xezalê hat lidarxistin. Bi dehan jin tevlî semînerê bûn.    'Xwişkên Mîrabel ji bo mafê xwe rastî şîdetê hatin'    Semînera ku li bajaroka Sirînê ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Kantona Kobanê Emel Ehmed ve hat dayîn. Emel balkişand ser êrîşên herî dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Êrîşên herî dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî zêde bandorê li ser jin û zarokan kir. Ev êrîş jî navê wê şîdet e. Dewleta tirk û çeteyên wê tundiyê herî zêde li ser jinan da meşandin û mînaka herî nêz jî Hevrîn Xelef, dayê Eqide û Amara bûn. Her wiha di aliyê derunî de jî şîdet li hemberî jinê tê kirin. Xwişkên Mîrabel ji bo ku mafê xwe bixwazin bi şîdetê re rûbirû man. Em îro her sê xwîşkan ji xwe re mînak digirin û têdikoşin."   'Jin sînor şikandin û bûn xwediyê maf'   Li nahiyeya Til Xezalê jî semîner ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Sara Fûziye Henîfî ve hat dayîn Fûziye xwîşkên Mîrabel û jinên têkoşer bibîranî û wiha pêde çû: "Bi têkoşîna her sê xwişkên Mîrabel em vê rojê dijîn. Îro jî em têkoşîna her sê xwişkan dewam dikin. Bi vê minasebetê em jinên têkoşer bibîr tînin. Îro jî jinên têkoşer li hember êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ber xwe didin. Tundî herî zêde di nav malbatan de tê jiyîn. Di jiyanê de yê herî zêde ked dide jine, lê yê herî neheqiyê re rûbirû dimîne jî jine. Piştî şoreşa Rojava jin êdî sînor şikandin û bûn xwediyê maf. Lê niha jî şîdeta li hemberî jinê didomin. Wek rêxistina Sara em jî dixwazin bi vê semînerê şîdeta ku tê jiyîn çareserî bibînin."    Semîner bi niqaşan bi dawî bû.