Pêngava 'Jin jiyan e, jiyenê nekuje' bi dawî bû 2019-11-28 16:14:37   QAMIŞLO - Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" ku dabû destpêkirin îro bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.   Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" di dîroka 16'ê adara 2019'an de dabû destpêkirin îro bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe bi dawî kirin û encama pêngavê ragahandin. Di daxuyaniyê de sazî û dezgehên jin ya civaka sivîl amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Sara Mûna Ebdulselam ve hate xwedin.   Daxuyanî wiha ye:    "Tundiya li dijî jin û zarokan, di roja me ya îro de binpêkirineke mafên mirovan a herî berbelav û herî wêranker e. Tundî diyardeyeke metirsîdar e û bandoreke mezin li jin û civakê dike. Her wiha pirsgirêkên civakî mîna jihevketina malbatî, ji hev berdan, zewaca temenê biçûk, pir jinî, karkirina zarokan û ev hemû nexweşî û babetên ku civakê ber bi paşketinê û feqirtiyê ve dibin.   'Em dixwazin civakeke demokrat û bê tundî ava bikin'    Şer û dagirkerî du sedemên ku pirsgirêkan pir dikin û tundiyê li dijî jinê bêhtir kûr dike. Dagirkeriya tirk li herêmên me gelek rewşên mîna tundî, binpêkirin û sûcên der heqê jin û zarokan de bi xwe re anî. Em dixwazin civakeke demokrat û bê tundî ava bikin, me dest bi pêngaveke hişyarkirina heta 9 mehan bi dirûşmeya "Jin jiyane, jiyanê nekuje" kir.  Ev pêngav di 16'ê adara 2019'an de hat ragihandin. Li sê bajaran Qamişlo, Hesekê û Kobanê bi daxuyaniyeke hevbeş bi zimanê Erebî û Kurdî hat eşkerekirin.   Îro di çarçoveya çalakiyên roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, em bidawîkirina pêngavê radigihînin û encamên wê bi were parve dikin.   * Dîmenek di derbarê naveroka pêngavê hat weşandin.   * 30 Fîlêks ên bi dirûşmeya pêngavê li dergehên bajar û bajarokan hatin belavkirin   * 10000 belavok bi navê pêngavê hatin belavkirin.   * 146 semîner hatin dayîn û têde 4785  jin û mêr amade bûn.   * Mijarê van semîneran tundî û bandora wê li ser jin û civakê, jihevketina malbatî, zewaca temen biçûk, şer û bandora li ser jinê bû.   * Şanoya " Jina bi tenê" bi hevkariya şano ya Kevana Zêrîn li ser dika Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat pêşandan.    *Gelek tevlîbûn di bernameyên televîzyon û radyoyan de çêbûn.   Hilbijartina mijaran serkeftî bûn û ji aliyê jin û civakê bi giştî hatin qebûlkirin û beşdarbûnê mêran gaveke erênî ji bo guhertina hişmendiya mêr bû.   'Bi dehan jin û zarok hatin qetilkirin'   Em dizanin di dema heyî de pêngavên weke vê pêwist in û piştî dagirkeriya dewleta tirk li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û binpêkirinên ku ew û çeteyên xwe dikin, dibe encama tundiyên li ser jinê. Her wiha êrîşên dewleta tirk a dagirker bi hezaran sivîl ji cih û warên xwe koçber kirin. Bi dehan zarok û jin hatin qetilkirin. Bi vê yekê jî hemû qanûnên navneteweyî yên mafê mirovan hatin binpêkirin û di nav de lihevkirina cinevê çêbû. Ji xwe mînaka van binpêkirinan jî, lîstina bi termê Amara Rênas û qetîlkirina Hevrîn Xelef bû. Ev hemû jî li ber çavên cîhanê tên kirin û hîna jî civaka navneteweyî bêdeng e.   'Daxwaz û aramanca me yek  e ew jî civakeke demokrat û bê tundî ye'   Ji lewre em bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku bi têkoşîna xwe vînekê xurtir bikin da ku destkeftiyên xwe biparêzin û rewşa tundiyê kêm bikin. Her wekî em bang li jinên cîhanê dikin da ku helwestên xwe di derbarê binpêkirinan de bînin ziman û dîwarê bêdengiyê bişkînin û li ser rawestandina şer, koçberî û guhertina demografî ya herêmê bixebitin. Em bang li tor û rêxistinên jinan ên cîhanê dikin da ku bi me re li dijî tundiyê rawestin, ji ber daxwaz û armanca me yek e, ew jî civakeke demokrat û bê tundî ye."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.       .