Di ‘Doza Sereke ya Ozgur Gundemê’ de mutalaa nehat dayîn 2019-11-28 12:59:25   STENBOL -  Di doza Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin de, ji ber ku dozger destûr girtibû mutalaa nehat xwendin.    14'emîn danişîna “Doza Sereke ya Ozgur Gundemê”ya Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin a darizandina 9 endamên Lîjneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskarên wê jî di nav de heyîn, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin.   Rojnameger Înan Kizilkaya, nivîskar Ayşe Necmeiye Alpay, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Prz. Emîre Eren Keskîn û parêzer di danişînê de amede bûn.     Di danişîna dest pê kir de, derket holê li şûna dozgerê dozê, kesek din cih girtiye. Piştî danasîna nasnameyan, dozger mafê axaftinê wergirt û got: “Dozgerê li dosyayê mêze dike, bi destûre.  Ji ber vê ez ê bi awayekê demkî li dosyayê mêze bikim. Ji bo ku mutalaaya xwe amede bike, dem xwest.”      Dûre parêzer Emîre Eren Keskîn, ji şandeya dadgehê mafê axaftinê wergirt.  Emîre Eren, berî dest bi axaftina xwe bike, bi boneya salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anî.    Emîre Eren, di parastina kir de wiha got: “Ev 3 salin darizandin dewam dike. Di şert û mercên asayî de diviya bû, mutalaaya derbarê dosyeyê de bihata dayîn.    Lê ji ber guhertina dozger, dîsa biryar wê neyê dayîn. Ev rewş bandorê li ser mafê me yê darizandina adîlane dike. Ji ber vê em dixwazin danişîn taloqî demek nêz bê kirin.”    Şandeya dadgehê daxwaza ji bo dem a dozger qebûl kir û danişîn taloqî 13’yê Çileya 2020’an kir.