'Em ê li hember tundiyê têkoşîna xwe mezintir bikin' 2019-11-28 09:10:04   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Endama Weqfa Jina Azad a Rojava Melîke Hesaf derbarê tundiya li dijî jinê de axivî û got: "Li hember hemû cureyên tundîyê ku di derheqê jinê de tê kirin bisekinin û dawî li zihniyeta baviksalarî bînin."   Tundiya li ser jinê bi taybet li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê her ku diçe zêde dibe. Ji bo tundiya li ser jinê ji holê rabe jin li berdxwe didin. Têkildarî mijarê Endama Weqfa Jina Azad a Rojava Melîke Hesaf nerînên xwe parve kir.   'Jinê her dem li berxwe dida'   Endama Weqfa Jina Azad û Bijîşka jinan Melîke da zanîn ku jinê gelek zehmetî ji bin destê sîstema baviksalarî dîtine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji beriya hezar salan ve jin di bin desthilatdariya mêrê serdest ku ev zihniyeta desthilatdar ji wan dewletên kapîtalîzim girtibû, dijîya. Ne tenê mêr, lê belê civakê tu car destek nedida jinê ku mafê xwe bi dest bixe. Her dem maf dida mêran, lewma jî mêran jin mîna zindiyeke qels digirtin dest. Mêran bi hêza xwe ya bedenî desthilatdarî li ser jinê dida meşandin. Jinê her dem li berxwe dida."   'Mîna xewnekê bû, lê pêk hat'   Melîkeyê diyar kir ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jinê di her aliyî de xwe pêş xist û wiha pê de çû: "Piştî keda dehan salan ku yekemîn car li ser asta cîhanê şoreşek bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Mîna xewnekê bû, lê pêk hat. Gelek guhertinên erênî ji bo jinê û civakê bi giştî hatin kirin. Piştî ku jin bi hezarê salan ewqas zilm û zordarî ji bin destê mêran dîtin, gihaşt astekê ku êdî  nema bêdengî ji bo vê desthilatdariya heyî qebûl dike û dawî li tehemulkirina tundiyê hat. Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşketinên ku tu carî nedihatin xeyalkirin, pêş ketin. Di hemû aliyên siyasî, leşkerî, birdozî, aborî û çandî de perwerde dîtin û xwe birêxistin kir. Êdî nas kir ku bi îradeya xwe ya fikrî ji mêr dewlementir e."   'Efrîn bi tundî hat dagirkirin'   Melîkeyê da xuyakirin ku dewleta tirk pirojeya netewa demokratîk qebûl nake û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk a dagirker armanca wê ya eşkere qirkirina Gelê Kurd  û neqebûlkirina pirojeya netewa demokratik e. Ev 8 salê ku şerekî bê navber li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya çeteyên Cebhet El-Nûsra û DAIŞ’ê pêk tîne, bi sedan jin, zarok, mêr û ixtiyar hatin qetilkirin. Efrîna ku bi sembola aştiyê û dilê Kurdistana Rojava dihate naskirin bi tundî dagir kirin. Kela wî hênik nebû, bi hinceta avakirina herêma 'bi ewle' bi  navê qaşo ‘Kaniya Aştiyê’ de şerekî giran li ser bajarokê Girê Spî û Serêkaniyê da meşandin. Ev şer bû sedema koçberkirina hezaran ji şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê, çekên kîmyewî, fosfora spî yên di cîhanê de qedexekirî li Serêkaniyê bi kar anî, di encamê de bêhtirî 30 kesî laşê wan şewitî û derman ji birînê wan re nehat dîtin."   'Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin'   Melîkeyê anî ziman ku tu kes nikare îradeya wan bişkîne û wiha axaftinên xwe bi dawî kir. "Di destpêka şerê dawî ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, yekemîn Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşeroj Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê bi tundî hat qetilkirin. Hemû rengê tundiyê di bedena wê de kirin. Amara Rênas keça leheng parastvana welatê xwe û hemû jinên Rojava ser destê çeteyên DAÎŞ'ê bi awayekî hov hatin qetilkirin. Lê hovîtiya van dewlet û çeteyên desthilatdar tu carî ji bo me nabin tirs û asteng. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."