‘Jinwar li hemû cîhanê ji bo jinan bû hêvî’ 2019-11-28 09:08:00   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Aktîvîsta TJA’yê Sever Uzun diyar kir ku divê xwedî li Gundê Jinan Jinwar ku bi êrîşên Tirkiyeyê re hat valakirin, bê derketin û got: “Divê em xwedî li vê modela jiyanê ya ku ji me re bû hêvî, derkevin.”   Şoreşa ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê re pêşengî kir, bû navendeke gelek xebatên ku ji cîhanê re bû mînak. Jinên di 2014’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînek mezin hat dayîn, aliyê din jî ji bo azadî û axa xwe têkoşiyan, li aliyê din jî qada jiyana xwe, meclîsên xwe ava kirin û şoreşa jinan pêk anîn. Yek ji van xebatan ya herî girîng jî gundê Jinan a Jinwar bû. Gund di 2017’an de di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê de hat avkirin û gund li qadek nêzî Dirbesiyê ya girêdayê Kantona Hesekê hat avakirin. Li Jinwar ji her alî jin û zarok ligel hev dijiyan û piştî ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin şûnde, ji bo demekê ji ber êrîşan hat valakirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sever Uzun, balkişand ser girîngiya têkoşîna jinê û kelecana ku hatiye afirandin.   ‘Modeleke alternatîf e’   Sever destnîşan kir ku Jinwar yek ji mînakên herî girîng ya ku jiyanek alternatîf ne utopyaye û got: “Cîhana xeyala jinê, zanebûn û evîna wê ya bi axê re, li vê qadê ket jiyanê. Ev ji bo me kelecanek mezin bû. Danî holê ku modelek jinê ya alternatîfe. Şoreşa Jinê ya Rojava li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê, li dijî serdestiya mêr pêk hat. Jinan bi ked û fedekariyek mezin, bi têkoşînê jiyanek nû ava kirin. Hîna jî di bin şert û mercên şer de birînan dikewînin û hewl didin jiyanek nû ava bikin.”   ‘Divê em xwedî li vê modelê derkevin’   Sever her wiha bang kir ku divê rêxistinên jinan yên civanê xwedî li Jinwar derkevin û wiha axivî: "Divê em xwedî li vê modela jiyanê ya ku ji me re bû hêvî, derkevin. Mêjiyê mêr yê mîlîtarîst bi heman awayî li Tirkiyeyê jî êrîşê pergala hevserokatiyê dike. AKP li dijî nûneriya wekhev e. Bi qeyûman êrîşê îradeya me dike. Dijminahiya AKP’ê ya li hember jinê îdeolojîk e. AKP ev 17 sal in ji bilî hepskirina jinê polîtîka neafirandiye. Ev zîhniyeta paşverû xwedî li kujerên jinan derdikevin. Li gorî peymana Stenbolê tevnagerin. Çav berdidin mafê nefeqeyê. Îradeya gel xesp dikin.”   Severê di dawiya axaftina xwe de wih agot: “Em bi hêza ku ji xwişkên Mîrabel, Sakîne, Hevrînê hatiye girtin, wê îro jî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tenê bixwedî derketina li mafan sînor nemînin û li destkeftiyên jinan, hîn bêtir destkeftiyan zêde bikin. Tevlîbûna jinan a ji bo her qadê wê aştî û demokrasiyê jî bîne Tirkiyeyê.”