ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-28 09:00:00   *Dayika bi navê Emîne Şemo ya ji navçeya Şêrewa ye û li gundê Til Qireh a Şehbayê ji ber êrîşan bi cih bûye û xwedîyê pez e axivî û got: "Em ji şîr berhemên bi sûd çêdikin û debara xwe pê dikin. Em li vir li berxwe didin lê xwesteka me ya yekem vegera ser axa xwe ye.” DÎMEN HEYE   *Rêvebera Meclîsa Ehdasê, Weqfiye Koçer diyar kir ku êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê çavê wan natirsîne, berovajî hêrsa wan a tolhildanê zêde dike.DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê êrîş,pişavtin û tunehesibandina li dijî zimanê kurdî her ku diçe mezin dibe. Hevseroka DÎSA-DER’ê Ozlem Aydemîr der barê polîtikayên  pişavtinê û êrîşên li ser ziman nirxandin kir. BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen, diyar kir ku di stran, pirtûk û helbestên tên nivîsandin de jin wek obje tên dîtin û got: “Em tevgera jinên Kurd hedef dikin ku zimanekî nû ava bikin. Em têgehên di rih û mêjiyê me de hatine kodkirin, dinirxînin û li ser alternatîfan dixebitin.” BI DÎMEN    *Li Nisêbînê di rojên borî de 3 jin hatibûn binçavkirin û girtin. Di girtekên îfadeyên sê jinan de, hat hînbûn ku dîmenên nûçeyan yên ji ser rojnamegerekî derketine, ji bo sûcdariyan wek delîl hatine nîşandan.   *Xwendekarên jin ên zanîngehê diyar kirin ku li Tirkiyeyê ji ber ku kujerên jinan rastî cezayekî bi bandor nayê şîdeta li dijî jinan zêde dibe û da zanîn ku divê li dijî şîdetê teknîkên parastina cewherî bên fêrkirin. Jinan diyar kirin ku divê polîtîkayên bêcezabûnê bidawî bin û jin xwe biparêzin. BI DÎMEN    * Aktîvîsta TJA’yê Sever Uzun diyar kir ku divê xwedî li Gundê Jinan Jinwar ku bi êrîşên Tirkiyeyê re hat valakirin, bê derketin û got: “Divê em xwedî li vê modela jiyanê ya ku ji me re bû hêvî, derkevin.” BI DÎMEN