Şêniyên Qamişloyê bi meşê êrîş şermezar kirin 2019-11-27 16:42:31   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk bi dirûşmeya "Em bi şehîdan bi ser ketin, em ê bi rihê berxwedana şehîdên rûmetê li ber xwe bidin û dagirkeriyê binbixînin" şêniyên Qamişloyê meşek bi meşekê helwestên xwe nîşan dan û dagirkerî şermezarkirin.   Li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a li ser herêmê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên bajêr û sazî û dezgehên wê pêk hat. Meş ji çerxereya Sewamih dest pê kir û li ber gorîstana şehîdan dom kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclîsa PYD'ê Sîlvana Elî daxuyanî da.    Sîlvana li ser rewşa herêmê a ku niha di nava xeteriyê de ne wiha got: "Dewleta tirk  kurdan ji xwe re kiriye hedef û serkeftinên ku hene dixwaze têk bibe. Di şexsê Rojavayê Kurdistanê de dixwezê vîna gelan rawestînê. Siyasetên qirêj yên Tirkiyeyê li ber çava ye. Êdî gelê me jêre hişyarin û hêza wan têrê dike ku serê xwe li hember tu kesî netewîne."   Sîlvana, destnîşan kir ku projeyên ku afirandine dê li hember hemû planên êrîşkaran bi ser bikeve û wiha axivî: "Felsefeya azad kaniya wê her wê biherike. Em Çavê xwe ji dagirkeriyê re nagirin û em amade ne canê xwe ji bo axa xwe feda bikin. Ev xeta têkoşîna me ye û em pê bawerin."   Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.