Li Wanê dema binçavkirina 20 kesî hat dirêjkirin 2019-11-27 14:27:17   WAN - Dema binçavkirina 20 kesên ku duh di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin hat dirêjkirin.   Li Wanê duh di serdegirtinên malan ku hatin kirin de 20 kes hatibû binçavkirin. Lê gel ku hinceta binçavkirina kesan nehat aşkerakirin, hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li Muduriyeta Emniyetê ya Wanê tên girtin û dema binçavkirina wan jî hatiye dirêjkirin.   Herwiha hat diyarkirin ku derbarê dosaya kesên hatine binçavkirin de biryara veşartinê hatiye dayîn.    Kesên hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Huseyîn Kaçar, Selîm Kaplan, Burak Dalga, Burhan Dalga, Mehmet Dalga, Hazar Dayan, Harun Boga, Îzzet Işik, Nîhat Işik, Furkan Durmaz, Sedat Benek û 9 kesên ku navê wan nehat tepîtkirin.