3 têkoşerên berxwedana rûmetê li Kobanê hatin oxirkirin 2019-11-26 17:32:53   KOBANÊ - Şêniyên Kantona Kobanê 3 têkoşerên berxwedana rûmetê bi merasimek girseyî li goristana Şehîd Dicle Kobanê oxir kirin. Bi sedan ji welatiyên Kobanê, sazî û dezgehên civaka sivîl li goristana şehîd Dicle Kobanê, kom bûn û cenazeyên 3 şervanên QSD'ê Ehmed Muslim (Çeyan Kobanê), Muslim Omer (Şiyar kobanê), Mehmud Mustefa (Mehmud Kobanê) yên di berxwedana rûmetê de, di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, oxir kirin. Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya Rojeng Hacî El-Kerew(Rojeng Cudî), Ehmed Kirz (Ehmed Sirîn) û Osman Cuma (Heyder) eşkere kir.   Karwanê cangoriyan ku ji nexweşxaneya Şehîd Zozan bi rê ket û ber bi goristana şehîd Dicle Kobanê ve çû, nîşaneyên serkeftinê û dirûşmên "Şehîd namirin"  ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin. Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê Şêx Hisên axivîn û wiha gotin: "Em jiyaneke lewaz naxwazin bijîn. Şehîdên me riya berxwedanê ji xwe re hilbijartin ji bo zarokên welatê me jiyaneke bi ewle û azad bijîn canê xwe feda kirin. Ji bo şehîdan em her çendî biaxivîn jî em nikarin mafên wan bidin. Lê em ê riya wan şehîdan bişopînin, kar û xebatên xwe bidomînin û wekî wan tenê xeta berxwedan û têkoşînê ji xwe re hilbijêrin."                                                       Piştî axaftinan Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya têkoşerên azadiyê xwendin û radestî malbatên wan kirin.   Merasîm bi spartina cangoriyan bi dawî bû.