Jinên Êzidî daketin qadan 2019-11-26 17:01:56   ŞENGAL - Jinên Êzidî bi dirûşmeya "jin jiyane jiyane nekuje" meşek li dar xistin.   Bi vesileya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî jinê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidîxanê (TAJÊ)  û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Xwişkên Mîrabel, siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, Hevrîn Xelef hatin hildan. Di meşê de dirûşmên wekî “Jin jiyan Azadî, Bijî berxwedana Rojava, Jin jiyane Jiyanê Nekûje” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.    Daxuyanî ji hêla berdevka TAJÊ'yê ve Sebîha Sebrî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Têkoşîn û berxwedana ku bi pêşengiya jinê li pêş dikeve her ku diçe mezin dibe. Di roja me ya îro de jî şîdet û kuştin berdewam dike. Di bin navê namûse de şîdet pêk tê, lê belê em ne namûsa tu kesîne, namûsa me xaka me, ziman, ol û baweriya me ye.    Di aliye din de jî ev demeke êrîşên qirkirin û tunekirina civaka Êzidî didomin. Weke em dizanin ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û hevalbendên wê ve pêk tên. Ji bo ku careke din tirsekê di nav civaka Êzidî bibe tolgirtina dijminê mirovahiyê. Li ser vî esasî bangawaziya me ji bo hemû jinên Êzidî yên welat û devreye welat ji bo vîn û îradeya xwe, xwe rêxistinkirin û êrîşên li ser nirx, ol û baweriya xwe, guherin û veguhertinê rabin ser piya.”   Çalakî bi diruşmaya “Ji bo tolhildana Jinên Êzidî, Jin Rabin  Ser piya, Jin jiyane jiyanê nekuje, Jin jiyan Azadî!” bi dawî bû.