Dosyaya Çagla û Selma ji bo mutalaayê ji dozgeriyê re hat şandin 2019-11-26 15:53:54   STENBOL - Di daneşîna doza ku têkildarî cezayê dîsîplînê ku li parlamenterên berê yên HDP'ê Selma Irmak û Çaglar Demîrel hatibû birîn hatibû vekirin de dosya ji bo mutalaayê ji dozgeriyê re hat şandin.    Parlamenterên berê yên HDP'ê Selma Irmak û Çaglar Demîrel ku li Girtîgeha Tipa F a Hejmar 1 a Kandirayê girtî ne, bi hinceta "xesar dayîna tesîsên saziyê û amûran" cezayê disîplînê li wan hatibû birîn. Piştî vê yekê têkildarî cezayê wan ê dîsiplînê doz jî li wan hatibû vekirin. Daneşîna doza ku li wan vebûbû, îro li Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê ya li Girtîgeha Kandirayê hat dîtin.    Di daneşîna ku ji aliyê parêzeran ve hat şopandin de dosya ji dozger re hat şandin. Dozger ku mutalaaya xwe li ser dosyayê amade bike, paşe bi ser dadgehê biryara xwe aşkera bike.    Li bendêye ku di rojên pêş de biryar bê dayîn.