Li Kocaeliyê hejmara binçavkirinan zêde bûn 2019-11-26 14:30:25   KOCAELÎ - Endam û rêveberên HDP'ê û parêzer jî di nav de hejmarê kesên ku li Kocaeliyê hatin binçavkirin, derket 20'an.   Di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve hatibû vekirin de, polisan li seranserê Koacaeliyê û navçeyên wê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Kocaeliyê Leyla Aygun, endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser, hevserokên rêxistinên navçeyan û parêzer jî di nav de 20 kesan binçav kirin.    Hat diyarkirin ku polisan kesên binçavkirine bi xwe re birine Miduriyeta Polisan a Kocaeliyê.    Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Kocaeliyê Leyla Aygun, Hesabgirê Rêxistina HDP'ê ya Bajar Îrfan Demîrkaya, Hevserokê Rêxistina Navçeya Dîlovasî Abdûlkadîr Demîr, Hevserokê Rêxistina Navçeya Daricayê Kûtbettîn Guneysû, Hevseroka Rêxistina Navçeya Çayirovayê Emîna Karaaslan û endamên HDP'ê Ebûbekîr Çoban, Osman Kûrûm, Parêzer Zakîre Dundar Aydin, Meryem Ûslû, Parêzer Yuksel Genç, Damla Bagcı, Mekiye Aydin, Mehmet Karaaslan, Kûdret Davutoglu û Hasret Erdem, Melek Yerkan, Tekîn Gur û Şenol Taşdemîr.