Li Qamişloyê semînera 25'ê Mijdarê 2019-11-26 14:27:26   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê û faşîzmê têk bibin" jinên Hêza Parastina Civakî  ji bo roja 25'ê mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê semînerek li dar xistin.   Bi tevlîbûna bi dehan jinê Hêza Parastina Civakî (HPC) ji bo roja 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, li navenda Çand û Huner a navçeya Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê semînerek bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê û faşîzmê têk bibin" li dar xistin.   'Em ê şopedarê Hevrîn, Amara û dayê Eqîde bin'   Semîner ji aliyê rêveberiya ekadimiya civaka demokratîk Laleşîn Ebdullah ve hat dayîn. Laleşîn di nava semînerê de behsa jiyana hersê xwişkên Mîrebal kir û got: "Di sala 1960'an de 3 jinên tevgera guherîna civakî li hemberî dîktatoriya Trujîllo derketin û êrîşa wan li ser gel qebûl nekirin, di sala 1960'an de hersê xwişkên ku bi nave Mîrebal tên naskirin ji aliyê dîktatoriya Trujîllo ve hatin qetilkirin. Her wiha ji wê rojê de 25'ê Mijdarê ji bo jinên cîhanî bûye rojeke sembol. Dewleta tirk jî siyasetmedar Hevrîn Xelef, hevala me Amara û yadê Eqîde bi hovîtî qetil kir ev yek diyar dike ku heta niha dîktaroriya beriya sed salan dubare dibe. Em ê şopdarê riya wan bin û di şexsê van hevalan de em ê çalakiyê xwe berdewam bikin."   Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.