Navenda Kongreya Star a Minazê bi merasîmekê hat vekirin 2019-11-26 14:01:05   KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi merasîmekê navenda xwe li gundê Minazê yê Rojavayê Kobanê vekir.   Di demeke ku dewleta tirk êrşî şoreş û destkeftiyên jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike de Tevgera Jinê rêxistinkirina jinan li herêmê xurtir dike. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Kongreya Star a kantona Kobanê bi meresîmekê navenda xwe li gundê Minazê yê 2 km dikeve Rojavayê Kobanê vekir. Navend bi navê şoreşgerek jin a bi navê Ş. Peyman hat vekirin. Zehra Muhemed bi nasnava Peyman Dogan a ku 30’ê tîrmeha 2014’an li di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Bandora jina şoreşger Peyman a li ser jinên gund bû sedem ku nêrîna tevahî jinan di vekirina saziyê li ser navê Peyman de hemfikir bin.    Meresîma vekirina navendê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre bi navê koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Edlê Bekir vekirina navendê li jinên gund pîroz kir û wiha pê de çû: "Di çûn û hatinê de jin zehmetiyan dibînin, ji ber vê yekê me navenda Ş. Peyman li gund vekir. Em hewil didin li her gundekî navendên xwe vekin. Navenda Kongreya Star cihê perwerdeyê û çareseriya pirsgirêkên jinan e. Em bi hêvî ne ku jin hemû xwe bi rêxistin bikin, ji ber jina kole civaka kole ye, jina azad civaka azad e. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin berxwedaneke mezin dide meşandin û destkeftiyê mezin bi dest dixe. Wek jin em ê xwedî li doza şehîdan derkevin û serê xwe ji dijmin re natewînin."   Piştî axaftinê deriyê navendê ji aliyê dayika Ş. Peyman ve hat vekirin.