'Em ê her kêliyek jiyana xwe veguherînin berxwedanê' 2019-11-26 12:52:04   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Efrînê ku tevlî meşa têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bûne gotin: "Serhildana jinê û tekoşîna wê, gel û welat bigihînê azadiyê û dawî li tundiya ku li ser tevahî jinê cîhanê tê meşandin bîne. Em ê her kêliyekê ji jiyana xwe veguherînin berxwedanê."   Bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" jinên Efrîn û Şehbayê daketin qadan roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi meşekê silav kirin. Ji destpêka gundê Til Susin ya girêdayî Kantona Şehbayê meşiyan di nav dirûşmeyên ku tundî û dagirkeriyê şermezar dike û heta qada Kampa Serdemê berdewam kir. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe parve kirin   'Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye'   Endama Meclîsa Efrînê Zehrîban Hisên diyar kir ku jin îro li hember dagirerkiyê û tundiya li ser tê meşandin serîhildan e û wiha pê de çû: "Kiryarên ku jin pê re rû bi rû dimîne tê wateya tecawîzkirina hemû mafên jinên cîhanê. Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye. Dagirkerî cureyekî herî hov e ji tundiyê. Mînaka wê jî rewşa jinên Sûriyeyê tevahî di deverên dagirkirî de, jin li hember zilm û bêmafiya ku di derheqê hemû jinên cîhanê tê kirin serî hildan. Bi vê munasebetê wek jin her em ê dengê xwe bilind bikin û dagirkeriyê qebûl nekin."   'Bi hêz û tekoşîna jina azad, wê armanca gelê azad pêk were'   Endama Kongreya Star a Efrînê Şoreş Kelo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, têkoşîna hemû jinên cîhanê silav kir û wiha got: "Beriya şoreşa Rojava zehmet bû jin xwe nas bike yan bigihêje heqîqeta cewhera xwe. Lê bi saya fikrê Serok Apo û derketina şoreşa Rojava jinên Rojava bûn pêşengên hemû jinên cîhanê, bû sembola azadî û berxwedanê, lewra jî dijmin mîna tirkiyê her êrîş û kiryarên xwe li ser jina kurd pêk tîne. Mînaka wê jî şehîd Hevrîn Xelef bû, dîsa jî her civakên navnetewî yên ku ev roj ji bo dawîkirina tundiya li ser jinê îlan kirin, îro bêdengiya xwe li hember van kiryaran îlan kirin. Bi hêz û têkoşîna jina azad, wê armanca gelê azad pêk were."   ‘Em ê her kêliyekê ji jiyana xwe veguherînin berxwedanê’   Endama Meclîsa Kantona Efrînê Zelûx Bekir da zanîn ku dijmin ji hêz û hebûna jinan ditirse û wiha domand: "Dagirkerî hemû cureyên tundiyê di derheqê jinê de dike, hebûn û hêza jinên li hemû cîhanê hedef digire, ji ber jina kurd bi salan e şer dike ji bo bidestxistina mafê jin û civakê ji zextê zihneteyên desthilatdar rizgar bike têdikoşe. Ev armancên ku dijberî dewletên navnetewî ye, lewra her jin rastî êrîş û tundiyê tê. Erdogan bi siyaseta desthilatdar dixwaze binpêkirina ked û tekoşîna jina kurd tev bigire. Weke niha dewleta tirk û komên çeteyên wê di Efrînê de hemû cureyên hovîtiyê li ser jinan didin meşandin. Ji bo dawîkirina tundiya li ser jinê tê meşandin, em ê her kêliyekê ji jiyana xwe veguherînin berxwedanê."   'Heta ku jinek rastî tundiyê bê, tu jin nikare azadiya xwe bi lêv bike'   Zelûxê anî ziman ku wê li hember van kiryarên hov bisekinin û wiha pê de çû: "Bexwedana me wê siyaseta dewleta tirk a faşîst teşhîr û tune bike, heta ku armancên me pêk neyên çalakiyên me ranawestin. Li kêleka wê bêdengiya ku li hember van kiryarên hov tê jiyîn divê bi dawî bibe, kesên ku bi navê azadî û mafên mirovan bang dikin divê xwe berpirsyar bibînin û bi erkên xwe yê mirovî rabin. Heta ku jinek rastî tundiyê bê, tu jin nikare azadiya xwe bi lêv bike."   'Bi saya fikrê Serok Apo jin azadiya xwe hembêz kir'   Jina bi navê Zelûx Mehmûd jî da zanîn ku beriya jin fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas bike di pencê koletiyê de bû û wiha berdewam kir: "Jin beriya fikir û felsefeya Serok Apo nas bike di nava pençê koletiyê de bû. Lê bi derketina şoreşa Rojava re jin azadiya xwe hembêz kir û cewhera xwe ya bingehîn nas kir. Li hember van pêşketinên jinê dijmin nema tehemûl kir, lewma îro jinên kurd bi taybet mîna Amara û Hevrînan rastî ewqas êşkence û tundiyê tên, ewqas hovîtî hate jiyîn. Li kêleka wê jî gelek kes hê bêdengiya xwe didomînin. Ji bo ku li hember kiryar û hovîtiya dewletan bisekinin her em ê di nav tevgerê de bin."   Piştre tabloyek hûnerî ji aliyê Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn ve li ser azadiya jin, tekoşîna li dijî tundiya li ser jin, dagirkeriya dewleta tirk hat pêşkêşkirin.   Meş bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.