Jinên Silêmanî di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiyê daketin qadan 2019-11-26 11:59:20   SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmanî bi beşdarbûna gelek jinên rêxsitinên cur be cur yên jinan,  bi bonaye 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin.   Duh bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundî û Tujiya li Ser Jinan li Parqa Hewar ya bajarê Silêmanî bi beşdarbûna hejmarek zêde ya rêxistinên jinan û bi sedan jinên çalakvan, xwendevan û mamaosta bi duruşma ‘Ji  tundiya li ser jinê re na", Ez Ne Namusa Kesekî me’ çalakî hat lidarxistin.    Berî ku çalakî bê destpêkirin ji bo  giyanê tevahî şehîdan û jinên hatin qetilkir rêz hate girtin, piştre daxuyaniya çapameniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama koman jiyan Ala Kemal ve hate xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Despêkê hemû ew tundî û tujîya li ser jinê, em hewil didin ku civakeke wekhev ava bikin."   Yek ji endama rêvebera Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê, Muqedem Ruxoş Ehmed jî axaftinek kir û bal kêşand ser berxwedana şervanên jin yên Rojavayê Kurdistanê û Şervanên kurd weke mînak dan nîşandan. Muqedem Ruxoş wiha berdewam kir: “Jinên zîrek çeka wan li ser milê wane.  li dijî dagirkeriya dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê têkoşînê didin û bûne mînaka azadiya hemû jinên cîhanê.”   Rapora derbarê tundiyê de hat aşkerakirin   Piştî axaftinan rêxistina Wola rapora xwe ya derbarê tundiya  li nav maê û zarokan de aşkera kir. Li gorî daneyên di raporê de rêjeyê tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Tundî û tujiya li ser jinê di 6 mehên 2019’an de li gora sala 2018’an zêde bûye. Herwiha li gorî raporê rêjeya tundiyê bajar bi bajar a  sala 2018’an li herêma Kurdistanê wiha ye: " Li Hewlêr 1624 jin bi tundiyê re rûbirû mane , Silêmanî 851 ,  li Dohokê 1127, li Germiyan 405, Raperîn 23 û li Soran 142 kes bi tundiyê re rûbirû mane. Li gorî raporê rêjeya tundiyê ya sala 2019'an jî wiha ye; "Li Hewlêr 1327, LI Silêmanî 1327, li Dohok 1278, li Germiyan 386, li Raperîn 274 û li herêma Soran 139 jin bi tundiyê re rûbirû mane."   Bajar bi bajar rêjeya tundiya li ser jinê   Di dawiya çalakiyê de  ji aliyê xwendekarên dibistana amadeyi ve lîstika şanoyê li ser tundiyê hat pêşandan û bal hat kişandin ser wê yekê  ku jin û zilam di nava civakê de xwedî heman mafî ne û nabe ku cihêwazî di nava wan de hebe."