Ji bo yekîtiya neteweyî hunermend û rewşenbîrên Kurd bang kirin 2019-11-26 09:22:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li hev kom bûn û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin. Di civînê de xebatên Înîsîyatîfa Hunermend û Rewşenbîrên Kurd jî hatin destpêkirin.   Hunermend û rewşenbîrên Kurd li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li hev kom bûn û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek kes tevlî civînê bûn. Piştî civînê 47 hunermend, nivîskar, zanyar û akademîsyenan deklarasyoneke hevpar weşandin. Di deklarasyonê de bal hate kişandin ser êrîşa li ser Rojava û bang li hemû hêzan hate kirin ku bila di bin banê yekîtiya neteweyî de kom bibin.   Di deklarasyonê de ev tişt hate diyarkirin: “Înîsiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd bi daxuyaniyeke hevpar bang li hêzên berpirsyar kirin ku bila ji bo yekîtiya neteweyî kom bibin. Em li dinyayeke welê ne ku niha çar aliyê me bi hovîtî, mirin û kiriyarên li dijî mirovahiyê hatiye dorpêçkirin. Di vê serdemê de tenê tiştek li me Kurdan tê ferzkirin. Ew jî nejiyan e. Çirûska destpêkê ya Şerê Dinyayê yê Sêyemîn li Rojava hate pêxistin ku wê di navbera gelên li Rojhilata Navîn bibûya sedema êşên giran û dûrketina ji hev. Em bi rengekî eşkere dibînin ku di şexsê Gelê Kurd de qirkirinekê dest pê kiriye. Yê ku serkêşiyê ji vê qirkirinê re dike dewleta Tirk bi xwe ye.   Tabloya ku derketiye holê daxwaza ji bo tunekirina Kurdan bi temamî ye. Dewleta Tirk bi vê êrîşa dagirkeriyê radigihîne ku li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe wê hebûna Gelê Kurd, destketiyên wan û statuya wan weke dijminê xwe bibîne û hebûna xwe jî dixwaze li ser tunekirina Gelê Kurd ava bike.   Hunermend û rewşenbîr li dinyayê parêzvanên mirovahî, ronahî, hêvî û azadiyê ne. Em jî bi navê hunermend û rewşenbîrên Kurd li bendê ne ku, hunermend û rewşenbîrên dinyayê di vê rewşê de ku hewldana qirkirinê li dijî me heye, me bi tenê nehêlin û helwestê nîşan bidin. Bi alîkariya we wê bala raya giştî biçe ser mijarê û bi vî rengî em ê karibin êrîşa qirkeriyê asteng bikin. Em pê piştrast in ku hûn ê guh bidin dengê me û di vê pêvajoyê de gelê me bi tenê nehêlin.   Em dibînin ku tê xwestin gelê Kurd li pêş çavên tevahiya dinyayê bê tinekirin û di vê xalê de em kedkarên hunerê û rewşenbîr zanin ku li dijî vê qirkirinê divê xwedî sekn û helwesteke xurt bin. Em hunermend û rewşenbîr, ji bo ku ruhê me û keda me û rengên me bigihîjin hev, me ji xwe dest bi afirandina hevgirtineke xurt kirin. Em hêvî dikin ku ev yekîtî wê bandorê li her kesî bike.   Bêyî yekîtî û têkoşîna hevpar, bidestxistina destketiyên nû li aliyekî metirsî heye ku em destketiyên heyî jî winda bikin. Eger destketiyên Gelê Kurd wê bên parastin, ev yek wê bi asta têkoşînê ya li hemû parçeyan, bi hêz û serketina têkoşînê, bi yekîtiya neteweyî pêk were. Pêwîstî bi wê heye ku rewşa heyî ya perçebûyî teqez ji holê bê rakirin.   Em; rewşenbîr û hunermendên ku xwe weke wijdana civakê dibînin bang li hemû hêzên berpirsiyar dikin ku ji bo yekîtiya netewî li hev kom bibin.”