‘Me gelek carî tecrîd şikand em ê dîsa bişkînin’ 2019-11-26 09:16:53   WAN - Jinan diyar kirin ku tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê li hember Gelê Kurd pêk tê û gotin heta tecrîd ranebe aştî jî nayê û wiha got: “Me gelek carî tecrîd şikand em ê dîsa bişkînin.”   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan rabe ket greva birçîbûnê û piştî wê li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi hezaran girtî ketin grevê û 30 girtiyî greva xwe veguhertibûn rojiya mirinê. 8 girtî jî di vê pêvajoyê de li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anî. Çalakî demek kurt de li Ewropa û gelek welatên din belav bû. Di roja 200’î ya grevê de li Îmraliyê hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re pêk hat. Bi banga Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bidawîkirin.  Lê ji 7’ê Tebaxê û vir de hevdîtina bi parêzeran re dîsa tê astengkirin.   Berteka gel ya li dijî tecrîdê didome. Li taxa Surmelî ya navçeya Îpekyol a Wanê jinan diyar kirin ku tecrîda di şexsê Abdullah Ocalan de pêk tê li ser hemû gel tê pêkanîn.   Hacîce Turan bi lêv kir ku hêzên navneteweyî hem piştgiriyê didin tecrîdê û hem jî didin operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li hember Kurdan her tim polîtîkayên dijminahiyê hebûn. Hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin dijminahiya li hember Kurdan. Em tecrîdê qebûl nakin.”   ‘Me gelek caran tecrîd şikand em ê dîsa bişkînin’   Nesîbe Bor jî balkişand ser girîngiya yekitiya netewî ya Kurdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gelek carî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da şikandin. Em ê dîsa bidin şikandin. Ji bo azadiya me demek kêm mabû lê wek her tim hêzên navneteweyî îxanet li me kir. Divê Kurd bibin yek. Divê pergala cerdevaniyê qebûl nekin, li dijî zextan serî netewînin, dest bidin hev û têbikoşin. Rojên azad nêz in. Wek hemû dîktatoran wê Erdogan jî têk biçe.”   ‘Dixwazin peyamê bidin Kurdan’   Nesîbe Curgan bi lêv kir ku tecrîda di şexsê Abdullah Ocalan de li ser hemû Kurdan pêk tê û got: “Naxwazin Abdullah Ocalan peyamê bişîne ji Gelê Kurd re. Naxwazin gel ji Abdullah Ocalan agahî bigire. Em tecrîdê şermezar dikin. Divê demildest bi malbat û parêzeran re hevdîtin bê kirin.”   ‘Abdullah Ocalan rêberê Gelê Kurd e’   Meryem Orhan jî daxuyakirin ku îmha li gelê Kurd tê ferzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin zilma li ser gelê Kurd bidawî be. Em dixwazin tecrîd rabe, Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Rêberê gelekî ye.”   Beyaz Bîle jî anî ziman ku ji bo şer û pevçûn bi dawî bin divê tecrîd rabe û got azadiya Abdullah Ocalan azadiya Gelê Kurd e.