'Ji bo kel û pelên navxweyî zêde bibin jin dixebitin' 2019-11-26 09:04:56   SILÊMANÎ - Li Başûrê Kurdistanê atolye û navendên fêrkirinê yên ji bo jinan tên vekirin. Bi çêkirina berhemên wekî cil û bergan tê xwestin ku berhemên bazara navxweyî xurt bibe.    Ev ji mehekê zêdetir e di nava hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê de kampanyaya baykotê ya kel û pelê tirkî hatiye ragihandin. Ev yek jî li Başûrê Kurdistanê bûye sedema nûjenkirin û damezrandina kargehên nû yên navxweyî. Atolyeyên pîşesaziyê tên vekirin û jin ji bo kel û pelên navxweyî zêde bibin dixebitin.   'Xwesteka jinan a xebatê heye'   Ji rêveberiya kargehên ji bo jin xwe pêş bixin Şepol Mecîd wiha got:"Jinên kurd ji jinên welatên din ne kêmtir e, ji ber wê me biryara vekirina vê kargehê daye. Ev nêzî salekê ye di vê kargehê de, jin ji aliyê mamostayên Holanda û Elmanya ve tên perwerdekirin. Da ku asta pîşeyî ya jinan bigihêje radeyekê ku  bikaribin cil û bergan çêbikin. Xwesteka jinan a xebatê heye. Lê belê ji ber sedema kêmbûna kargehan nikarin kar bikin."    'Ji bo kel û pelên navxweyî zêde bibin jin dixebitin'   Karkera bi navê Şala Mehemed Emîn wiha got: "Ev saleke me dest bi kar kiriye. Armanca me zêdekirina berhemên navxweyî ye. Xebata jinan rewşeke ji bo berfirehkrina aboriya civakê ye. Ji bo kel û pelên navxweyî zêde bibin jin dixebitin."