Zozan Birahîm: Divê cîhan xwedî li îradeya azad derkeve 2019-11-26 09:01:51   QAMIŞLO - Hevseroka Şaredariya bajarê Qamişloyê Zozan Birahîm di derbarê girtina her çar hevserokên dawî de nirxandin kir û got: "Em piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê dikin. Kesên bi îradeya gel hatin hilbijartin encax ew karibin daxwaziyê gel pêk bînin."   Di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî ser bajarên Mêrdîn, Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê, hatin kirin. Piştre Hevserokên şaredariyan hatin binçavkirin û girtin. Li dijî qeyûman gelê Bakurê Kurdistanê bi dayik, jin û zarokan li ber deriyê şaredariyê dest bi çalakiyê kirin, da ku careke din deriyê wan şaredariyan were vekirin û hevserokên wan serbest bên berdan. Têkildarî mijarê Hevseroka Şaredariya bajarê Qamişloyê Zozan Brahîm di derbarê vê yekê de nirxandin kir û got: "Kesên bi îradeya gel hatin hilbijartin li gorî wê baweriyê ne. Em tu kesî şûna hevserokên ku bi dengê gelê Bakur hatine hilbijartin, qebûl nakin. Em piştgiriya gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dikin."   'Daxwaza wan ew e ku gelê azadiyê dixwaze, biçewisînin'   Zozanê di destpêka nirxandina xwe de êrîş û girtina hevserokên şaredariyên harêmên Kurdan yên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta tirk a dagirker di cîhanê de hatiye naskirin ku dijminê Gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz e. Loma ew şaredariyên bi îrade û dengê gel bi ser ketibûn, dewleta tirk êrîşî wan şaredariyan kirin. Bi dehan neteweyên cuda yên ku dengê xwe dane ji  bo hilbijartina wan kesên cihê baweriya gel bûn. Êrîşên Erdogan li ser şaredariyên harêmên kurdan li bakurê Kurdistanê û binçavkirina hevserokên wan şaredariyan tê wateya ku Erdogan ne tenê Gelê Kurd qebûl nake, lê belê hemû netewên dengê xwe dane wan şaredariyan qebûl nake, ji ber ku armanc jê ew e  gelê azadiyê dixwaze biçewisîne. Daxwaza wan ew e ku gelê azadiyê dixwaze, biçewisînin."   'Bi sedan kes li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kirin'   Zozanê diyar kir ku gelê Bakurê Kurdistanê li hemberî dewleta tirk a hevserokên şaredariyên gel binçav kir ketin nava çalakiyan û wiha pê de çû: "Di meha tebaxê de hevserokên şaredariyan binçav kirin, bi sedan jin, dayik û zarok li ber deriyên van şaredariyan ketin nava çalakiyê. Ji aliyê polîsên dewleta tirk rastî hemû cûreyên işkenceyan hatin. Valahiyek di hundirê şaredariyan de çêdibe. Tu kes nikare cihê hevserokên şaredariya yên bi îradeya gel hatine qebûlkirin, xesp bike."    'Em li pişta gelê Bakurê Kurdistanê ne'   Zozanê da zanîn ku ew weke jinê Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê didin gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê û wiha domand: "Em weke hevserokê jin û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişta gelê xwe yên Bakurê Kurdistanê ne. Em xwedî li wan kesê ku bawerî û îradeya gelê me bi wan tê, derdikevin."   'Divê cîhan xwedî li îradeya azad derkeve'   Zozanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bangewaziya me ji bo sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ev e ku heveserokên bi îradeya gel hatine hilbijartin, xwedî bê derketin. Divê cîhan xwedî li îradeya azad derkeve."