ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-26 09:00:00   *Hevseroka Şaredariya bajarê Qamişloyê Zozan Birahîm di derbarê girtina her çar hevserokên dawî de nirxandin kir û got: "Em piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê dikin. Kesên bi îradeya gel hatin hilbijartin encax ew karibin daxwaziyê gel pêk bînin." DÎMEN HEYE   * Fermandara YPJ'ê Bêrîtan Medya sedema avabûna YPJ'ê, merheleyên ku tê de derbas bûne her wiha pêşeng û fedayiyên vê hêz, têkoşîn û berxwedana li hember êrîşan dewleta tirk ên li ser Rojav nirxand. DÎMEN HEYE   *Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Li gel girankirina tecrîdê Tirkiye ber bi aloziyeke kûr ve diçe. Jinên Wanê diyar kirin ku bi girankirina tecrîtê pêşiya kuştinan, pêvçûnan û tundiya li ser jinê tê vekirin. BI DÎMENE    *Jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û her roj rewş hinek din xerabtir dibe û gotin: “Em pereyê pira ku tê de derbas nabin, nexweşxaneya ku naçinê didin. Aborî têk çûye. Malbat tune dibin. Li dora xwe binêrin, kesên dikenin mane gelo?” BI DÎMENE    *Xwendekarên jin bi armanca ku pisgirêkên jinan yên li bajar û zanîngehan bên dîtin Koma Pirebokên Kampusê ava kirin. Jinan diyar kirin ku ji bo pêşî li van pirsgirêkan bigirin pêngavek wisa avêtine. BI DÎMEN    *Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, der barê xetereya ku bajarê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîf bi tunebûnê re rû bi rûye de axivî û got ji bo xilaskirina Heskîfê hîna pir ne dereng e û got: “Em gotin, ziman, nirxên xwe bikin yek û bi vê hişmendiyê nêz bibin em ê Çiyayên Kaz, Uzun Gol û Heskîfê xilas bikin.”BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê li hember Gelê Kurd pêk tê û gotin heta tecrîd ranebe aştî jî nayê û wiha got: “Me gelek carî tecrîd şikand em ê dîsa bişkînin.” DÎMEN HEYE