Leyla Guven: Em ê civakek hemû jin di nav de azad be ava bikin 2019-11-25 19:44:14   AMED - Di  çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li Amedê jinan meş li dar xistin. Piştî meşê Leyla Guven axivî û got:"Têkoşîna jinên Rojava ji bo cîhanê dibe mînak. Heger jinek jî bi tundiyê rû bi rû bên hiştin ev tê wê wateyê ku hemû jin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin."   Jinan li Navçeya Yenişehirê ya Amedê di  çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li Amedê jinan meş li dar xistin. Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê û piştigiriya TJA'yê, Platforma Jinê ya Dicle Amedê meşê ji Ofisê dest pê kir. Bi sedan jinî tevî erbaneyan govend gerandin. Dirûşmên "Jin jiyan azadî","Jin şer naxwaze aştiyê dixwaze" hatin berzkirin.    Berî meşê pankartên ji aliyê jinan ve hatibûn amadekirin, hatin kontrolkirin.  Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Saliha Aydeniz û gelek jin tevlî meşê bûn. Pankartên "Li dijî tundiya mêr û dewletê rabin ser piyan","Jin jiyan e jiyan serîhildan e" hatin hilgirtin.    Endma Komeleya Jinê ya Rosayê Bedriya Aydin daxuyanî da û got:"Li welatê ku tundiya li dijî jinê û zarokan pêk tê divê çareserî bê dîtin. Divê hemû rayedarên hikumetê bi erka xwe zanibe û pêşî li tundiyê bibire. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin em ê her werin gel hevdu. Divê em bikaribin ku em biryarên derbarê jiyana xwe de bi xwe bikaribin bidin."   'Şoreşa jinê ya Rojava ji cîhanê re bû mînak'   Piştî Bedriye Leyla Guven axivî û got:"Tundiya li dijî jinê zêde dibe. Tundiya li dijî jinê polîtik e û pirsigirêka zihniyetê ye. Xwişkên Mîrabel û Leyla Qasim, Sêvê, Sara ji aliyê heman zihniyetê ve hatin qetilkirin. Li dijî tundiyê jinên kurd her dem li berxwe dan. Têkoşîna jinên Rojava ji bo cîhanê dibe mînak. Heger jinek jî bi tundiyê rû bi rû bên hiştin ev tê wê wateyê ku hemû jin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin."   Piştî daxuyaniyê jinan bi erbaneyan govend gerandin. Piştî govendê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.