Eren Keskîn: Li gorî Peymana Stenbolê gavan navêjin 2019-11-25 17:45:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê ÎHD'ê li gelek şaxên xwe daxuyanî dan û bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û wiha got: "Ev peyman girîng e, lê Tirkiye li gorî vê peymanê tev nagere. Divê jin li dijî cudakariya nava xwe jî têbikoşin."    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek şaxên xwe têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuyanî dan çapemeniyê. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî 25'ê Mijdarê li avahiya xwe ya Taksimê daxuyanî dan. Li Salona civînê pankarta “Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê de şîdeta li ser jine polîtîk e, rawestînin" vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskin li vir pêşkêşiyek kir. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî Xwişkên Mirabel û kesên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.    'Tirkiye peyman îmze kiriye lê...'    Eren, der barê Peymana Stenbolê de bernameyek pêşkêş kir û got: "Tirkiye di sala 2011'an de peyman îmze kir. Heta sala 2005'an tu pênaseya bi navê 'Tundiya li dijî jinê' di qanûnan de tune bû. Di zagonên Qanûna Ceza ya Tirk de heta sala 2005'an wekî 'Sinc' dihat pênasekirin. Dîsa pênaseya tecawizê tune bû. Heta sala 2005'an cînayetê jinê wekî sedema ‘namusê’ dihat pênasekirin. Di sala 2005'an de daxwazên jinan hatin qebûlkirin. Pênaseya tecawizê hat firehkirin. Dewletên ku Peymana Stenbol îmze kirine divê li gorî vê peymanê gavan bavêjin. Tirkiye peyman îmze kiriye lê li gorî vê peymanê gavan navêje."    'Tirkiye 8 sal in peyman îmze kiriye lê agahiya dozgeran tune ye'   Eren, diyar kir ku dema dinerin li Tirkiyeyê 144 malên stargehê heye û wiha dom kir: "Lê dema em li rêzefîlman dinerin, malbatan wekî pîroz didin xuyakirin. Namûsê pîroz didin xuyakirin. Şîdetê rewa dikin. Em dibînin ku Tirkiyeyê li gorî peymanê tev nagere. Di salên 1990'î de şîdeta li dijî jinê red dikirin. Lê niha aşkere şîdetê pêş dixin. Li ser medya civakî tundiyê parve dikin. Jina bi navê Çiçek Kobanê  ji aliyê OSO ve hat girtin û anîn Tirkiyeyê. Niha dikare têrkeve hevdîtinê. Li vir Peymana Îstanbul hatiye îhlalkirin. Gelek mînakên din hene. Ger ku jinên penaber rastî şîdetê hatin û ger ku ev qeydkirî be, divê tu statuya penaberan bide wê. Lê Tirkiye li tu derê statduya penaberan nade panaberan. Tirkiye 8 sal in ev peyman îmze kiriye, lê agahiya dozgeran jê tune ye."    'Divê em li dijî cudakariyê têbikoşin'   Eren, bal kişan ser wêneyê Ekîn Wan û wiha axivî: "Bedena wê tazî kirin û li kolanê dirêj kirin. Lê rêxistinên jinan vê yekê nîne rojevê. An jî pir hindik wê tîne rojevê. Dîsa Hevrin Xelef çiwas di rojeva jinan de hat hiştin. Divê em li dijî cudakariya di nava xwe de jî têbikoşin."    ÎHD'a Edeneyê: 13 jin hatin kuştin   Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê rapora îhlalên 2019'an ên Edeneyê bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê rapor li avahiya komeleyê aşkere kir. Endama Komîsyona  Mafê Jinan a ÎHD'ê Baran Oner rapor parve kir û got: "Zayend, ziman, çand, reng û baweriya tundiyê tune ye. Cihê ku jin lê heye tundî jî lê heye. Jin li her derê rastî tundiyê tê. Li Edeneyê 13 jin hatin kuştin. 3 Jinan întîhar kir. 6 jin xwestin întîhar bikin. Hezar û 78 jin rastî tundiya hevjînê xwe hatin û ji aliyê hevjinê xwe ve hatin birîndarkirin. Hezar û 960 jin rastî neheqiya hevjînê xwe haitn. 32  jin rastî tundiya zayendî ya hevjînê xwe hatin. 3 jin rastî tecawiza mêr hatin.     ÎHD'a Hatayê: Şîdeta li hemberî jinê nayê dîtin    Komîsyona Mafê Jinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê jî bi heman armancê daxuyanî da. Cîgira Seroka ÎHD'ê ya Îskenderûrê Ayten Kilinç, diyar kir ku îktîdar şîdeta û zextên li ser jinê nabîne û tune dihesibîne.     ÎHD'a Êlihê: Tundiya li ser jinan pir alî ye    Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê daxuyanî da. Mêr jî tev li daxuyaniye bûn û piştgirî dan. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Deniz Rumeysa Kaya, diyar kir ku tundiya li ser jinan pir alî ye û wiha got: "Em tu carî li dijî vê tundiyê serî natewînin. Li girtîgehan jî binpêkirina mafan zêde e. Dema wan sewqî nexweşxaneyê û dadgehê dikin rastî tundiyê tên."