Tevî astengiyan jin meşiyan 2019-11-25 17:40:01   WAN -Tevî astengiyan li Wanê bi pêşengiya TJA'yê ji bo 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Em natirsin, bêdeng namînin, serî natewînin" meş hat lidarxistin.    Li Wanê jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ji bo "Meşa herêmê" hatin gel hevdu. Jin li ber Avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê hatin gel hevdu. Meş bi hinceta walîtiyê qedexe kiriye hat astengkirin. Gelek TOMA, wesayetên zirxî, polîsan avahî dorpêç kirin. Jinan qedexe bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" şermezar kirin. Jinan piştre daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ve hat xwendin. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Şevin Coşkun û hevşaredarên herêmê û hevparên TJA'yê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Jin jiyan azadî”, " Li dijî tundiya mêr em serî hildidin" û wêneyên Hevrîn Xelef, Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez, Fidan Dogan, Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir, Emine Bulut, Ozgecan Aslan, Nadire Kadirova hatin hilgirtin.    'Me îro xwest ku li qadan em her cureyên tundiyê şermezar bikin'   Dîlan Dirayetê wiha got:"Me îro xwest ku li qadan em her cureyên tundiyê şermezar bikin. Lê îktidara AKP'ê îro ji bo em dernekevin qadan hemû tiştî dike. Ne tenê li Wanê, li Êlih, Şirnex û Stenbolê jî ji bo jin li dijî tundiyê derkevin xwestin derkevin derve lê hatin astengkirin. Dixwazin tundiya li ser jinê tê kirin neyê dîtin û îradeya jinê bişkê. Naxwazin em mafê jinê biparêzin. Îro AKP û zihniyeta qeyûm naxwaze jin li ser piyên xwe bisekine û dixwazin vê yekê bikin fermî. Li her aliyê cîhanê tê xwestin ku destkeftiyên jinan bên tunekirin. "   'Sêvê, Pakîze û Hevrînan ev meş mezin kirin'   Dilanê herî dawî wiha got:"Ji Şîlîyê heta Lubnanê ji Lubnanê heta Latin Emerîkayê û heta Kurdistanê jin li ser piya ne. Sêvê, Pakîze û Hevrînan ev meş mezin kirin. Jin dê tu carî li dijî tundiya mêr û dewletê serî netewînin. Ew ê her dem li ser piya bin û serî hildin. Jin jiyan azadî."   Jin piştî vê yekê li navbera kuçeyan hatin gel hevdu û heta avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê meşiyan.