'Li dijî şîdeta li hemberî jinê dê têkoşîna xwe bidomînin' 2019-11-25 17:25:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlih, Îzmîr, Edene û Hatayê bi armanca 25'ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat destnîşan kirin ku dê li dijî şîdeta li hemberî jinê têkoşîna xwe bidomînin.   Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li herêm û Tirkiyeyê bi çalakiyên cuda hat pêşwazîkirin. Jinan di çalakiyên xwe de bal kişandin ser astengiyên ku li hemberî çalakiyan hatî nîşandan û diyar kirin ku çend astengî pêk bên jî dê dîsa li dijî şîdeta li hemberî jinê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Li Edene, Îzmîr, Elîh û Hatayê jin bi çalakiyan bal kişandin ser 25'ê Mijdarê.     Li Hatayê li dijî şîdetê daxuyanî hat dayîn    Platforma Jinê ya Îskenderûnê jî, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li Parka Boyacilar daxuyanî da çapemeniyê. Berfîn Ozek a zilamekê bi kezzapê rûyê wê şewitand û Serokwekîla Baroya Hatayê Sevînç Çakici jî piştgirî dan platformê. Platformê, diyar kir ku naxwazin navê jinan bi mirinê, bi jiyanê bi bîr bînin.    Li Edeneyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin   Navenda Mafê Jinê ya Baroya Edene yê jî, bi heman armacê, li Salona Mahmût Esat Bozkurt a li Edliya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat diyar kirin ku tundiya li dijî jinê binpêkirina mafê mirovane.  Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Şaxa Emeklî- Sen a Edenê û Baskên Jinê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Edenê jî bi boneya rojê daxuyanî dan çepemeniyê û şîdeta li ser jinê şermezar kirin.    Li Îzmîrê jin li Qada Konakê civiyan   Baroya Îzmîrê jî, li Cadeya Şehîdên Kibrisê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeya "Ne hevberdanê, cînayetên jinan asteng bikin" hat berzkirin. Rêxistinên jinan ên Îzmîrê jî, li Qada Konakê li hev kom bûn û bal kişandin ser kuştinên jinan. Jinan di axaftinên kirin de, xwestin ku rêveberiyên herêmî, hikûmet û dewlet li dijî tundiya li ser jinê gavên şênber bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin.   Li Êlihê meşa jinan hat astengkirin    Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Êlihê jî, bi jinan re li Parka Ataturkê hatin gel hev û meşek li dar xistin. Polîsan bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê destûr nedan meşê. Piştî hevdîtin kurt polîsan destûr dan ku jin nêzî 150 metreyan bimeşin. Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî vê yekê da û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kir. Jinan li parkê daxuyanik kurt dan û gotin: "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî şîdeta li ser jinan dewam bikin." Jinan piştî meş û daxuyaniyê çalakiya xwe bi lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bi dawî kirin.