Li Rojava 25'ê Mijdarê bi girseyî hat pêşwazîkirin 2019-11-25 17:12:16   QAMIŞLO / ŞEHBA/HELEB - Li Qamişlo, Şehba, Heleb, Dêrîk û Tirbesiyê jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê daketin qadan û gotin: "Yekbûna jinan wê şîdeta bi dawî bike û civakeke demokratîk ava bike."   Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî jinê li Qamişlo, Şehba, Heleb, Dêrîk û Tirbespiyê bi dirûşmeya "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" daketin qadan û vê rojê bi meşekê girseyî pêşwazî kirin.   Li Qamişloyê bi sedan jin daketin qadan   Bi pêşengiya Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê, ji bo 25'ê Mijdarê meşek li dar xist. Meş bi tevlîbûna bi sedan jin ji tevahî sazî  û rêxistinên jinan ên kurd, ereb û sûryan pêk hat. Di meşê de jinan helwestên xwe li hember şîdetê û dagirkeriyê nîşan dan. Di meşê de pankartên wekî 'Tundiya li ser welat tundiya li ser jinan e' û 'Xwedî li derketina li Hevrînê binxistina tundiyê ye' hat hildan. Meş ji çerxereya Rûbar dest pê kir û li çerxereya Osman Sebrî veguherî mîtîngê.    'Qetilkirina Hevrînê hovîtiya wan e'   Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Sûhêr Hamid axivî û wiha got: "Ji bo  em li dijî tundiyê derkevin, em ê bi jinbûna xwe bijîn. Şîdeta li ser jinan tê kirin paşverotiya civaka desthiladar e. Divê em jin bi israra xwe hemû rengên tundiyê binbixin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin rastî tundiyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin. Qetilkirina jina siyasetmedar Hevrîn isbata hovîtiya wan e. Divê em civakên bi hêz avabikin û hemû jinan bi azadiyê bidin hîs kirin."   'Yekbûna jinan wê tundiyê bi dawî bike'   Li ser navê Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif jî axaftinek kir û bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê û wiha dom kir: "Civak tev bûye qurbaniya zihniyeta dagirkeriyê û desthilatdariyê. Dewleta tirk binpêkirina nirxan ji xwe re rewa dike û di nav de jinan hedef digire. Ev bi serê xwe tundiya herî mezine ku di roja me ya îro de em di nav de dijîn. Yekbûna jinan wê tundiyê bi dawî bike û civakeke demokratîk bide avakirin." Meş bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.      Jinên Dêrîkê herîkîn qadan   Jinên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê li dijî şîdeta li hemberî jinê meşek li dar xistin. Meş ji Qada Azadiyê des pê kir û li Qada Jina Şoreşger veguherî mîtîngê. Di meşê de alên Kongreya Star, Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD)'ê, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, cangoriyê azadiyê û pankartên bi nivîsa "Na ji tundiyê re', 'Em doza darizandina Erdogan dikin' û 'Ji hemû rengê şîdeta li ser jinê re na' hildabûn.   'Bi rihê Hevrînan em ê dagirkeriyê têk bibin'   Piştî meşê mîting bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê des pê kir.  Li ser navê Kongreya Star Evîn Siwêd, li ser navê Partiya Sûriya Pêşeroj Suad Xelo, li ser navê Yekîtiya Jinên Suryan Corcêt Ebd El-Nûr û ser navê jinên kildan Seyida Hena axivîn û gotin:  "Yê ku îro li hemberî şîdetê û dagirkeriyê dengê xwe kirin yek jin bûn, em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên xwe li dar dixin. Her wiha em dibêjin dagirkerî şîdet e. Bi rihê Hevrînan em ê dagirkeriyê û faşîzmê têk bibin. Di kesayeta Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Yadê Eqîde de îsal em çalakiyên xwe diyarî van hevalan dikin. Em ê heya dawiyê şopdarê rêya wan bin." Mîtîng bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.   Li Efrîn û Şehbayê çalakiyên 25'ê Mijdarê    Bi pêşengtiya Kongreya Star meşek bi dirûşmeya "Dagirkerî tundiye, berxwedaniya Hevrînan em dagirkeriyê têk bibin" hat lidarxistin. Bi hezaran jinên Efrîn û Şehbayê bi cil û bergên xwe yê gelîrî tevlî meşa 25’ê Mijdarê bûn. Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her wiha pankertên bi nivîsa 'Na ji tundiya li ser jin re', 'Jin Jiyan Azadî' û 'Sonda me bi dayê Eqîde, Hevrîn û Amarayan heye em ê tola we hilînin' hatibûn hildan. Meş ji destpêka gundê Til Sosin a Şehbayê heya Kampa Serdemê berdewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Fatimê Silêman, li ser navê Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo axavîn û soza tolhildanê û têkbirina dagikeriyê nû kirin û wiha gotin:  "Wê jin her li ser piya bin û li dijî şîdetê serî hildin." Meş bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.   Bi boneya 25'ê Mijdarê jinên Helebê daketin qadan   Îro li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê jî meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi sedan ji jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tevlî meşê bûn. Meş ji pêşiya Jêrzemîna Yasîn a dikeve taxa Xerbî dest pê kir û heta taxa şerqî rawestiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Amara û dayê Eqîde rakiribûn, her wiha alên Kongreya Star, alên PYD'ê, pankartên bi nivîsa 'Na ji kuştina jinan re', 'Jin jiyane jiyanê nekujin',  'Ji mafê jinê ye mafê xwe bigirin', 'Na ji şîdetê re' û 'Zarokên me nekujin' hatin hildan. Jinên ku tevlî meşê bûne bi dirûşmeyên "Na ji kuştina jinê re" , "Bijî berxwedana jinê" û "Bimirê zihiniyeta desthiledar" hat berzkirin.   'Em ê heyfa hevalên xwe rakin'   Li ser navê Meclîsa Giştî a Taxa Şêx Meqsûd û Êşrefiyê Raperîn Heleb axivî û bang li hemû jinan kir û xwedî li xwe derkevin û wiha dom kir: "Bi wesîleya vê rojê divê hemû jinên cîhanê rabin ser piyan bi şev û roj kar bikin û xabet bikin, roja me roja intîqamê ye gerek em heyfa hevalên xwe rakin, em ê bi hêz û bawariya xwe tekoşîna xwe li hember zihiniyeta desthilatdar bisekinin, divê hemû jin ji bo azadiya xwe bixwebitin, ji bo rojên bê bi azadî bijî."   'Dewletê dîktator dixwazin jinê tune bikin'   Li ser navê Partiya Sûriya Demokratîk Sebîhe Hefeşê axivî û soza tolhildana Hevrîn Xelef da û wiha vegot: "Jin bi her awayî tê îşkencekirin û şidet ser tê kirin va em dibînin jinên me li Rojhilatê Sûriyê rastî gelek fermana tên, bi destên dewleta dîktator û faşîz a ku dixwaze îradeya jina azad tune bike bi awayekî hov jina hedef digirin, qetil dikin. Em weke jinên di partiya sûriya pêşeroj de dixebitin, em soz didin em ê riya tolhildanê û berxwedanê bidomînin û em ê heya dawiyê şopdarê riya şehîd Hefrîn bin." Meş bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   'Nikarin vîna jinê bişkînin'    Jin bi dirûşmeya "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin", bi sedan jinên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê meşeke girseyî hat li dar xistin.  Meş li ber navenda Kongreya Star des pê kir û li navenda bajar veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyên şehîdên jin, alên Kongreya Star, alên YPJ'ê û pankartên bi nivîsên 'Dagirkerî şîdetê, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin' hatin hilgirtin.    Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer, li ser navê pêkhateyên Suryan Faya Ardîş û li ser navê Kongreya Star Leyla Ibrahîm axivîn û gotin: "Em tevahî jinê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê silav dikin. Em jinên berxwedêr ya li seranserî cîhanê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin. Di dîrok û di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de her çiqas kesên dîktator xwestine ku îradeya jinê bişkînin, lê bi ser neketin ji ber ku jin ewe ya ku civakê dide avakirin." Meş bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan azadî' bi dawî bû.