Jinên Kobanê: Em ê li dijî tundiya mêr bê navber têkoşîn bikin 2019-11-25 16:15:14   Xezne Celal   KOBANÊ - Bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, jinên Kobanê hêrsa xwe anîn ziman û gotin: "Em ê li dijî tundî û dagikeriyê têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin."    Bi boneya roja 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ya navneteweyî, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Êrîşên ku li ser jin û axa wê tê kirin şermezar kirin. Di vê çarçoveyê de bi sedan jinên Kantona Kobanê bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye", "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" daketin qadan û hêrsa xwe di derbarê tundiya ser jinê tê kirin ji me re rave kirin.   'Li dijî tundiyê em ê têkoşîna xwe xurt bikin'   Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidiro da zanîn ku di dîrokê de bi hezaran jinên li dijî tundiyê têkoşîn û berxwedan kirine hene û wiha pê de çû: "Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li jinên ku niha xeta jinên berxwedêr dişopînin, li dijî dagirkerî û tundiyê li ber xwe didin li wan pîroz dikim. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em di pêvejoyeke girîn re derbas dibin, tevî vê yekê jî îro li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin daketin qadan ji bo ku têkoşîna xwe xurtir bikin. Çalakiya me ya li Kobanê peyameke ji bo tevahî cîhanê ye. Îradeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî naşkê û çawa ku çeteyên DAIŞ’ê têk birin wê bi destê jinan dagirkeriya tirk jî li herêmên Bakurê Sûriyê têk biçe."   'Em tu carî tundiyê qebûl nakin'   Endama Koordînasyona Kongreya Star Semîra Ehmed destnîşan kir ku tu carî tundiyê li ser xwe û li ser tevahî jinan qebûl nake û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em jin bûne xwedî hêz û îrade em ê li hember tundiyê têkoşîn bikin. Bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, îro bi sedan jinên Kobanê daketine qadan û hêrsa xwe tînin ziman. Heta ku dawî li tundiyê were em ê li ber xwe bidin."   'Tu carî wê nikaribin vîna me bişkînin'   Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fatme Xelîl bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Armanca êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakurê Sûriyeyê tunekirina hêz û îradeya jinê ye. Ji ber ku jina birêxistinkirî hemû civakê bi xwe re birêxistin dike, jina bindest civaka bindest e. Bi riya hedefgirtina jinan, qetilkirina Hevrîn û Amara dixwazin şoreşa me bin bixin. Lê em hêz û moralê ji şehîdên xwe digirin û tu carî nikarin îradeya me bişkînin. Berê me nizanibû azadî çi ye, lê di nava şoreşa Rojava de me azadî, maf, hebûn û nasnameya xwe nas kir. Em ê dawiyê li tundiyê bînin."   'Tundiya herî mezin dagirkerî ye'   Dayika bi navê Emîne Mustefa da zanîn ku bi riya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re xwe nas kirine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi hezarên salan em bindest bûn. Bi riya fikir û felsefeya Rêber Apo me hebûna xwe nas kir û jinan di qadên siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî de cihê xwe girtin. Tundiya herî mezin dagikerî ye, komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi awayekî hovane tundiyê li ser jinan didin meşandin. Em ê her li dijî tundiyê têkoşîn bikin."