Li Rojava jin daketin qadan 2019-11-25 14:35:30   KOBANÊ/HESEKÊ - Jinên li seranserî Rojava ji bo 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, daketin qadan.   Jinên li Kobanê û Hesekê bi munasebeta 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" daketin qadan  û vê roja 25'ê Mijdarê bi meşekê girseyî pêşwazî kirin.   Li Kobanê jin daketin qadan   Bi sedan jinên Kobanê û gundewarên wê ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşek girseyî li dar xistin.   Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşizmê têk bibin", bi sedan jinên Kobanê û gundewarên wê ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşeke girseyî li dar xistin û mêran jî piştgirî dan meşa jinan. Di meşê de wêneyên jinên ku rastî tundiyê hatine û şehîdên berxwedana rumetê, pankartên bi nivîsa "li hemberî şideta li dijî jinan û dagirkeryê berxwe bidin", "Dagirkerî tundî ye" ,"Şideta herî mezin şere" û "Na ji dagirkeriya dewleta tirkiyeyê re" hatin hildan.    Gel li qada jina azad kom bûn û paşê ber bi qada aşitiyê ve herikîn û li qada Ş. Egît meş rawestiya. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Paşê li ser navê Komîteya Edaletê ya Kantona Kobanê Nesra Xelîl  û li ser navê jinên pêkhateyên Ereb Leyla Elî destnîşan kirin ku dagirkerî tundî ye û gotin: "Em di serî de jinên ku li dijî tundiyê li berxwe dane weke hersê jinên Mîrabel û siyasetmedar Hevrîn Xelef  Amara û yadê Eqîde Osman bi bîr tînin.  Banga me ji jinan hemûyan re heye ku li hemberî hişmendiya mêrê serdest û li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin. Em ê bi yek hêzê li dijî tundiyê têkoşîn bikin da ku jiyaneke azad bijîn."   Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Li Hesekê jinan dirûşmên berxwedanê berz kirin   Bi boneya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Îro jinên bajarê Hesekê meşek li dar xistin.   Bi dirûşma “Dagirkerî tundî ye! Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin , Ax axa me ye erka me parastina wê ye" Kongreya Star, Yekîtiya jinên Suriyan, Weqfa Jina Azad û bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên jinê bi boneya 25’ mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de alên Kongreya Star, YPJ’ê û QSD’ê, wêneyên Şehîd Hevrîn Xelef û pankartên bi nivîsa "YPJ’ê nûnertiya me ye, Ax Axa me ye, dagirkerî şidet e " hildabûn . Meş li çarxereya Sînaloko dest pê kir û li çarxereya Şehîd Avesta veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Erebo teqez kir ku pergala desthilatdar a kapîtalîst ji bo ku zihniyeta netewdewletê li ser piya bihêle hemû cureyên şidetê pêk tîne û wiha dewam kir: "Şideta ku li ser jinan tê meşandin li ser civakê ye, di kesayeta jinan de dixwazin civakê bikin koleyê xwe, zihniyeta baviksalarî ya ku bi hezarê salan hatiye rûniştandin ji bo berjewendiyê xwe jinan dike hedef. Di roja me ya îro de êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di van êrîşan de îradeya jinan kirin hedef, jin di şoreşa Rojava de li hember hemû cureyên şidetê serî hilda û ji bo rûniştanidina sîstema netewa demokratîk bû pêşeng, lewma îro bi rêbazên hovane êrîş dikin dagirkerî, qetilkirin, lêdan û koçberî pêk tînin. Em wekî rêxistina Jin a Kongreya Star soza bilindikirina têkoşînê didin û li hember hemû cureyên şidetê em ê bisekinin."   Endama Yekîtiya Jinên Suryan Meryem Melekî teqez kir ku bi yekîtiya jinan dê hemû cureyên şidetê were sekinandin û jiyanek azad were afirandin û wiha domand:  "Jin di roja me ya îro de li hember koletiyê serî hildide. Li hember dagirkeriyê şer dike û ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev şehîd dibe. Bi berxwedan û pêşengtiya jinên têkoşer mîna Hevrîn, Amara û dayika Eqîde em ê xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin."    Meş bi dirûşma "Dagirkerî şidet e", "Em ê xaka xwe ji dagirkeriyê biparêzin", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.