Li Silêmaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê şitlên daran hatin çandin 2019-11-25 14:24:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Yeksaniya Zayendî li Zanîngeha Silêmaniyeyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê şitlên daran hatin çandin.    Têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê çalakiyên jinan li Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de Navenda Yeksaniya Zayendî li Zanîngeha Silêmanî 30 şitlên daran hatin çandin   Navenda Yeksaniya Zayendî di sala 2010’an li Zanîngeha Silêmanî bi armanca wekheviya jin û zilam hatiye damezrandin. Nunerên her kolejekî zanîngehê di nava xebatan de cih digrin. Navenda Yeksaniya Zayendî wê heta 10’ê Kanunê çalakiyên wekî semîner, werzîş, çalakiyên hevbeşî senter û panel li dar bixin. Di van çalakiyan de rêxistinên jinan û saziyên civakî jî cîh digrin. Bi armanca 25’ê Mijdarê îro destpêkirina yekem çalakiya bernameya Navenda Yeksaniya Zayendî bû.