Jinan li Helebcê banga avakirina malên parastinê kirin 2019-11-25 14:16:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi vesîleya 25'ê Mijdarê li Helebcê çalakiyek hat lidarxistin û di çalakiyê de hate gotin ku divê li Helebcê malên parastina jinan werin avakirin, lê ev saleke daxwazên ku jinan kirin, nehatin pêkanîn.   Ofîsa Mafê Mirovan ya Helebce û rêxistina nû ya ji bo parastina mafên jinan bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de endama Rêxistina Mafê Mirovan Rengîn Selam axivî.   Rengîn, di axaftina xwe de bal kişand şîdeta li hemberî jinan û wiha axivî: "Her ku diçe şîdeta hemberî jinan zêde dibe, di vî bajarî de saziyên ku xizmeta jinan bikin gelek kêm in. Daxwazên me yên salên borî hîn nehatine bicih anîn. Hewldanên ji bo vekirina rêveberiyek dijî şîdeta ser jinan gihişt ku derê? Gelo ev bajar pêwîstî bi cihek parastina jinê nîne? Meclîsa kar û barê xaniman û rêxistinên navnetewî jî nikarin weke pêwîst ji bo vî bajarî projeyek çêbikin. Me daxwaz ji rêveberên Helebce jî kir, ji bo vekirina ofîsek dijî şîdet û kuştina jinan hewldanên cidî bikin. Ji ber ku ev salek soz dane lê pêk neanîne.”   Berdevkê rêveberiya polîsên Helebcê jî diyar kir ku di nava 10 mehên borî de, 74 dosyayên lêkolînên taybet yên derbarê jinan de hatine qeyd kirin.