Jinan ji Rihayê bang kirin: Em li dijî êrîşan bêdeng namînin 2019-11-25 12:45:46   RIHA - Jinên di çarçovya 25'ê Mijdarê de li Rihayê Kom bûn wiha gotin: "Her şerê ku diqewime herî zêde bandorê li ser zarok û jinan dike û destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Ji ber wê em jin van êrîşan li dijî destkeftiyên xwe dibînin û dibêjin ku em li dijî van êrîşan bêdeng namînin."   Li Rihayê di pêşengiya Platforma Bajêr a Rihayê de di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê  bi tevlibûna gelek saziyên jinan li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan  daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Hevseroka Bajêr a HDP'ê Emîne Çetîner ve hat xwendin.    Emîne diyar kir ku pergala desthilatdar a kapîtalîst ji bo ku zîhniyeta netewdewletê li ser piyan bihêle hemû cureyên şerê qirêj xistine dewerê. Emîne anî ziman ku pergala mêtinger bi şerê li Rojhilata Navîn dide meşandin hewl dide hebûna xwe mayînde bike. Lê li dijî van hemû pêkanînan têkoşîna jinên ya li dijî tundiyê li tevahiya cîhanê berdewam dike."   Piştî daxuyaniya hat dayîn jin bi dirûşmên "Jin Jiyan azadî" derbasî avahiya HDP'ê bûn.