Bi boneya 25'ê Mijdarê li Kelarê belavok hatin belavkirin 2019-11-25 11:53:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Hemû Rêxistinên Jinan ên Germiyanê bi boneya 25’ê Mijdarê li navçeya Kelarê bi sedan belavok belav kirin.    Hemû Rêxistinên Jinan ên Germiyanê bi minasebat 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê bi dirûşma “Şehîd Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde û Amara Kobanê, sembola berxwedana jinên têkoşerin" li navçeya Kelarê belavok belav kirin.    Di belavok belavkirinê de ser şîdeta li hemberî jinê agahî hat dayîn û her wiha li ser mafê jinê hat rawestandin. Her wiha rojnameya Newjîn ku rojnameyeke mehane ya jinane û li Germiyanê tê derxistin, tevlî pêngava hişyarkirinê bû û bi sedan rojname li navçeyê hat belavkirin.