‘Peymana Stenbolê û 6284’an bê kêmasî bikin meriyetê' 2019-11-25 09:27:29   Fîlîz Zeyrek - Berfîn Dogan   EDENE - Jinan da zanîn ku yek ji sedema herî mezin a zêdebûna şîdeta li ser jinê, newekheviya zayenda civakî, polîtîkayên dewletê û nepêkhatina qanûna ne û gotin divê Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284’an bê kêmasî pêk bê.   Li Tirkiyeyê yek ji rojevên sereke ya jinan kuştinên jinan û îstîsmara zarokane. Lê hikûmetê jî Peyman Stenbolê û qanûna hejmar 6284 kiriye hedef. Dîsa bi pakêta nû ya darazê re hewl tê tayîn ku polîtîka bêcezabkirina gumanbarên îstîsmarê bikeve dewrê.   Jinan destnîşan kir ku desthilatdarî li şûna çareseriyê polîtîkayên ku şîdetê zêde dike, dikin jiyanê û bang kirin ku hemû jin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê dakevin qadan.   ‘Divê ji bo çareseriyê hişmendiya civakî bê avakirin’   Cerem Sultan Gultekîn bi lêv kir ku tabloya şîdetê karasete û mêrên gumanbar bi hincetên wekê ‘cînet’ û ‘şer’ tên xilaskirin û got tu aliyê ku kuştinên jinan bên hêsankirin tune. Ceremê got: “Zêdebûna şîdetê bi rastî jî mirovan xemgîn dike. Em li dijî her cureyê şîdetê ne. Şîdet ne tenê fîzîkî ye. Divê jin li her cureyê şîdetê bibin yek. Çareserî jî bi hişmendiya civakî pêkane.”   ‘Biryarên parastinê yên bi bandor tune’   Parêzer Cemre Topal jî bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên şer û desthilatdariyê, şîdet li her aliyê civakê bi cih bûye û beriya her tiştî ji bo ku jin şîdetê nebînin divê polîtîka bê afirandin. Cemreyê wiha got: “Biryarên parastinê bê bandor dimînin. Ev biryarên parastinê qels dimînin û dibe ku ev jî bandora cezayên ku tên dayînê ne. Bi kurtasî li Tirkiyeyê biryarên parastinê ne bi bandor in.”   ‘Çavkaniya şîdetê mêr e’   Jina bi navê Gulsun Kanat jî şîdet ji ber hêrsa mêran, û hewldana ku jinan bikin bin kontrola xwe û ceza bikin pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov tenê jin bin, şîdet dertê holê. Zîhniyetek heye ku divê ‘tu jin bî şîdet têr dike’. Ji ber vê jî divê em li dijî newekheviya zayendî têbikoşin. Mêr şîdetê diafirînin. Divê bê dîtin ku êdî mêr biguherin. Em jin jî wê di têkoşîna xwe de xurt bin.”   ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’   Evrîm Soy jî balkişand ser peymana Stenbolê lû qanûna hejmar 6284 û got divê bi baş bê cih û ji ber baş nayê cih jî şîdet pêk bê. Evrîmê wiha berdewam kir: “Peymana Stenbolê baş pêk bê, em dikarin bêjin ku wê jin jî ijîn. Ger daraz tiştên pêwist bikin, pêvajoyên hiqûqî têr pêş bikeve wê cezayên tên dayîn jî bi bandor bin.”