'Em ê hemû rojan bikin roja têkoşîna li dijî tundiyê' 2019-11-25 09:14:59   QAMIŞLO - Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişlo Şaha Xelîl têkîldarê 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinê axivî û got: "Ji bo ku em azadiya jinê bi dest bixin, em ê her li ser piyanbin."   25’ê Mijdarê piştî qetilkirina sê xwişkên Mîrabal yên ku li dijî dîktatoriya Trujillo ango li dijî diktaotorê Komara Dominik serî rakirin û di 1960’î de 25’ê Mijdarê her sê xwişk hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina wan Neteweyên Yekbûyî 17’ê Kanûna 1981’an, 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê îlan kir. Îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şideta dewleta tirk ji her aliyê ve dewam dike. Têkîldarê 25'ê Mijdarê Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Şaha Xelîl axivî.   'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, loma tê hedefgirtin'   Şaha di despêka axaftina xwe de xwişkên Mîrabal bi bîr anîn û wiha got: "Di dîroka desthilatdariya pênc hezar sal, jin rastî tundiyê hatiye. Bi hatina 25'ê Mijdarê em her sê xwişkên mîrabal bi bîr tînin û têkoşîna wan îro li Rojava dewam dike. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, ew 8 salin têkoşîna me dewam dike. Heta vê rojê jî li Rojava şer heye û alozî didome. Ji ber şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, loma tê hedefgirtin û herdem êrîş dewam dikin. Em jî li hember êrîşan bêdeng namînin û em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."    'Em ê tola hemû jinan hilînin'   Şaha balkişand ser jinên êzîdî û wiha domand: "Dema çeteyên DAIŞ'ê Şengalê dagir kirin, yekemîn êrîşî jinê kirin, revandin û di bazaran de firotin. Piştî çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn, gelek jinên êzîdî hatin rizgarkirin. Jinên ku rizgar bûne, çîrokên xwe bi me re parve dikin. Em dema vedigerin dîrokê jinên êzîdî çiqas êş û bedelên giran dane, em vê yekê bîr nakin û em ê tola wan jinan hemû hilênin. Rêhevala me Hevrîn Xelef jî rastî hovîtî û êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê hat û hat qetîlkirin. Soza ku me daye Hevrînan em ê bi cih bînin û  têkoşîna wan dewam bikin."   'Armanca jinan zîhniyeta zilam ê desthilatdar e'   Şahayê da zanîn ku jin dema têkoşînê dike ji bo hemû jinên cîhanê dike û wiha pêde çû: "Dema jin xwe hêz dibîne û têkoşînê dike, ne tenê ji bo şexsê xwe têkoşînê dike, ji bo hemû jinên cîhanê têkoşînê dike. Ji ber jin têkoşînvane zihniyete baviksalarî ya desthilatdar qebûl nake û ji bo vîna jinê bişkînin hemû cure tundî li ser wan dimeşînin. Armanca jinan ew e ku zihniyeta zilamê desthilatdar têk bibin."   'Ne tenê rojek em ê hemû rojan bikin roja têkoşîna li dijî tundiyê'   Şaha herî dawî diyar kir ku ew ê ne tenê rojekê bikin roja têkoşînê, dê hemû roja xwe bikin roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê û wiha got: "Em ê wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû netewên xwe hemû rojên xwe bikin roja têkoşîna li dijî tundiyê. Banga min ji hemû jinên cîhanê re heye ku xwedî li hev derkevin û tu caran tundiyê li ser jinan qebûl nekin."