'Jinên Hesekê bi stran û govendê parastina taxên xwe dikin' 2019-11-25 09:11:48   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Dayik û sivîlên navçeya Til Temirê bi roj û şev taxên xwe diparêzin û komên Çand û Hûnera Demokratîk jî piştgiriyê dide wan. Bêrîtan Viyan a  ku taxa xwe  diparêze wiha got:"Şer û parastin bêyî huner nabe. Stran rihê mirovan zindî dike û tola li hember dagirkeran mezintir dike."   Ji 9'ê Cotmehê ve dewleta tirk û komên girêdayî wê bi rengekî tund êrîşî gelên Rojava yên li seranserî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê deke. Hêzên QSD'ê li gorî parastina rewa bersiva êrîşan dide. Niha jî Meclisa Leşkerî ya Suryanî parastina xeta sînorê Til Temirê dike.   Bi destpêkirina şerê Serêkaniyê re welatiyan zend û bendê xwe badan û dest bi parastina tax, kolan û bajarê xwe kirin. Gelê navçeya Til Temirê jî Berxwedana Rûmetê  li tax û kolanê xwe didomîne û nobeta parastinê ji saetên êvarê heya berbangê digirin. Koma Çand û Huner a Demokratîk a navçeya Til Temirê bi gel re li kolan û taxê wan bi stran û govenda xwe parastina taxên xwe dikin.    Endama Çand û Hûnerê ya Demokratîk Bêrîtan Viyan ku parastina taxa xwe bi lêdana erbane û stranan dikir wiha got:"Em ê bi tilîlî, stran û govenda xwe li dijî dijmin bisekinin. Em tu carî serî natewînin."   'Stran rihê mirovan zindî dike û berxwedana li hember dagirkeran geştir dike'   Bêrîtanê diyar kir ku şer û parastin bêyî stran nabe û wiha dom kir: "Di şer de rol û misyona çand û hûnerê pir girîng e. Şer û parastin bêyî stran û hûner nabe. Ji ber wê ev 45 roj in em bi gelê xwe re li kolan û taxan bi stranên xwe yê gelerî û şoreşgerî piştgiriyê didin wan. Stran rihê mirovan zindî dike û berxwedana li hember dagirkeran geştir dike."   'Dagirker dixwazin me qir bikin'   Bêrîtanê wiha dewam kir: "Li ser axa Mezopotamyayê yekem car mirovahî lê hatiye jiyîn û jiyan her ku çûye pêş ketiye heta ku gihaştiye roja îro ku li hember dagirker û neyarên ku dixwazin axa wan dagir bikin, li berxwe dane. Li ser vê axê jiyanê dest pê kiriye dixwaze di vir de jî gel bi hemû netewên xwe qir bike û jenosayîdekê pêk bîne."   'Gel bi berxwedanê xwe diparêze'   Bêrîtanê berxwedana gel bi bîr xist û wiha domand: "Gel ji 7 salî heta 70 salî li kolanan parastina ax û rûmeta xwe dikin. Gelê me wê bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li hember dagrikeriyê xwe biparêze û destkeftiyên xwe yên şoreşê mayînde bikin."   'Ba be baran be ez ê parastinê bikim û nirx û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzim'   Dayîka Ş. Bawer û Nûra ya têkoşera azadiyê Fatima Seydo ku tevî  kurê xwe tax û kolana xwe diparêze jî wiha dibêje: "Li hember dagirkeriyê ez ê her dem û gav li ser piyan bim û parastina ax û rûmeta xwe bikim. Tevî ku li ber vê sermê ez gelek caran jî nexweş ketim lê dîsa jî min rojekê bê parastin neqedand. Ba be baran be ez ê parastinê bikim û nirx û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzim."