‘Em ê bi rêxitinbûyinê bi ser kevin’ 2019-11-25 09:03:45   Medya Uren   AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rojda Bariş diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê divê jin xwe bi rêxistin bikin û got: “Em ê bi rêxistinbûnê bi ser kevin.”   Li herêmê û Tirkiyeyê çalakî û bernameyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê didome. Jinan îsal bi çalakiyên cûr bi cûr bal kişandin ser polîtîkayên şer, şîdet, êrîşên zayendî, aborî û çandê. Sazî, rêxistin û platformên jinan di bernameyên xwe de li ser rêbazên şîdetê û têkoşîna li dijî şîdetê rawestiyan. Li Amedê jî sazî û dezgehên jinan ji bo 25’ê Mijdarê xebat dan meşandin. Yek jî wan komeleyan Komeleya Jinan a Rosayê ye. Komaleya Rosayê bi hewldanên xwe pêşengiya çalakiyan dike. Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rojda Bariş diyar kir ku divê li dijî şîdetê têkoşîneke hevpar bê dayîn.   'Li her qada jiyanê têkoşîn'   Rojda, da zanîn ku têkoşîna tenê bi 25’ê Mijdarê re sînordar namîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em bi hewldan û xebatên xwe têkoşîna xwe li her qada jiyanê belav dikin. Ji bo me netew, çand, reng û ziman ferq nake û ji ber ku şîdet li hemberî her jinê pêk tê. Em jî têkoşîna xwe li dijî cudakariyê didomînin.”   ‘Agirê têkoşînê gur kirin’   Rojda, bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê û wiha got: “Di 25’ê Mijdarê sala 1960’an de Xwîşkên Mînerva, Marîa Teresa û Patrîa Mîrabelên ku wekî perperok dihat nasîn, hatin qetilkirin. Her 3 xwîşk li dijî dîktatoriya Turujillo yê Komara Domînîkê li ber xwe didan. Ji ber vê sedemê 25’ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî şîdetê tê pêşwazîkirin. Jin heta îro jî li ser rêya Xwîşkên Mîrabelan têkoşîna xwe didomînin. Sakineyên ku ala her 3 xwîşkan girt, agirê têkoşînê gur kir.”   ‘Me li kolanan xebat dan meşandin’   Rojda, da zanîn ku bi minasebeta 25’ê Mijdarê li Amedê xebat dane meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo 25’ê Mijdarê me li kolan û bazaran broşur belavkirin. Me xwest her kes bikeve ferqa vê rojê. biaxivin. Di biroşurê de em li ser cureyên şîdetê rawestiyan û her wiha em li ser têkoşîna li dijî şîdetê jî rawestiyan. Her wiha ji bo jinên ku bi şîdetê re rûbirû dimînin xwe bighînin komeleya me me hejmara telefonên xwe belavkirin.”   ‘Serkeftin bi rêxistinbûna jinê pêkane’   Rojda, diyar kir ku serkeftin bi rêxistinbûna jinê pêkan e û wiha dom kir: “Em dema rêxistinbûna xwe xurt bikin em ê vê demê bi ser kevin. Her wiha divê jin di ferqa hêza xwe de bin û bibin yek. Em dizanin  ku heke tiştek baş pêk bê dê ev tişt jî bi destê jinê dê pêk bê. Ji ber vê yeke jî divê jin bi lezgînî rabin ser piyan.”