Bi boneya 25’ê mijdarê jinên ciwan li goristana Hesekê find vêxistin 2019-11-25 08:39:57   HESEKÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 25’ê Mijdarê li goristana Şehîd Mîdiya û Dijwar find vêxist.   Bi boneya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê, Yekîtiya Jinên Ciwan li goristana Şehîd Mîdiya û Dijwar a bajarê Hesekê find vêxistin. Piştî vêxistina findan jinên ciwan li nava goristanê kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Tolîn Musa ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin :   “Jin afrîner e, civakê li ser bingeha wekheviyê bi rê ve dibir, bi derketina desthildariyê re jin her rastî tundiyê hat, sîstema desthildar ji ber zihniyeta bavksalarî ku di nava civakê de da rûniştandin, jin li himber hemû tundiyên ku li ser dihatin meşandin bêdeng dima. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, sîstema Netewa Demokratîk ku banga wekheviyê dike, bi pêşengtiya jinê hate rûniştandin. Di Şoreşa Rojava de jin bêdengî şikand û li hember dagirkerî û tundiyê qirîna azadiyê kir. Bi Arîn Mîrkan dest pê kir, Barîn, Avesta, Çîçek û Hevrîn dewam dike.    Di êrîşên artêşa tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îradeya jinê, tevgera jin û pirojeya Netewa Demokratîk bi rêbazên herî hov qetil kirin û gel koçber kirin, lê jinên pêşeng mîna Rêhevalên me Amara û Hevrîn bi berxwedana xwe serîhildan û ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev şehîd bûn.   Em wekî jinên ciwan soz didin hemû jinan ku ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev em ê bibin pêşeng û tundiya li ser jinan dê bi yekîtî û berxwedana jinan were dawîkirin."   Daxuyanî bi dirûşma"Jin jiyana azadî" bi dawî bû.