Heyetek ji Ewropayê ji bo lêkolînê hat Nisêbînê 2019-11-24 17:49:56   MÊRDÎN - Heyeta Ewropa ya di navde parlamenter jî hene, li Nisêbînê malbatên ku zarokên wan di êrîş û bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Heyetê piştî ziyaretan li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kirin ku ew di ferqa geşedanên li herêmê pêk tên de ne û têkoşîna gelê Kurd a mafan rewa ye.    Heyeta Ewropa ya ku di navde parlamenter jî hene, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ziyaretan kirin. Di heyetê de Cîgirê Serokê Giştî ya Partiya Demokrat a Îtalyayê Andrea Orlando, Nûnerê Karên Derve ya Partiya Demokrat û Civakî ya Îtalyayê Luciano Vecchi, Cîgirê Sekretera Giştî ya Partiya Sosyalîst a Ewropa Giacomo Fillibeck û Parlamentera Parlamentoya Ewropa Evîn Încîr beşdarî ziyaretê bûn. Heyet ji bo kesên di êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan, li cihê bûyerê lêkolîn bike û malbatan ziyaret bike hatin Nisêbînê û malbat ziyaret kirin. Heyet ji aliyê parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay, Parlamenterê HDP'ê Hîşyar Ozsoy û rêveberên HDP'ê ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê ewil çû malbatên ku zarokên wan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Heyetê piştî malbat ziyaret kirin çû li cihê bûyerê lêkolîn kirin û piştre Rêxistina HDP'ê ya Nisêbînê ziyaret kir.    Tişta qewimî bila di rojevê de bimîne   Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Demokrat a Îtalyayê Andrea Orlando, diyar kir ku ji bo piştevaniya bi Gelê Kurd re parve bike hatine Nisêbînê û wiha got: "Em di ferqê dene ku li herêmê îhlalên mezin hene. Em dê çavdêriyên xwe li her derê bînin ziman. Ji bo ev yek bibe rojev em ê bixebitin. Em dê bibin berdevkê gelê Kurd. Ji bo bertekên li dijî geşedanên li Rojava ji rojevê dernekeve em li vir in. Divê ev yek ji rojeva Cemaweriya Ewropayê nekeve. Êşên dayikan li her derê dişibin hev. Ji bo kes êdî nemire emê têbikoşin.    Parlamentera Parlamentoya Ewropa Evîn Încîr jî diyar kir ku têkoşîna Gelê Kurd dide rewa ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê têkoşina lêgerîna heq û hiqûqê tê binpêkirin. Em wekî partî li tenişta gelê Kurd in."    Heyetê piştî li HDP'ê daxuyanî da, ji bo bi hevşaredarên HDP'ê yên Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin re hevdîtin bikin derbasî Mêrdînê bûn.