Jinan nepoxên mor firandin 2019-11-24 17:47:55   MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê di çarçovyea çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîîna Naveneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê wêneyê jinên ku hatin qetilkirin bi nepoxên mor vekirin bû berdan esîmanan.    Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrdîne kom bûn û bi hevre nepoxên Xemrî yên wêneyên jinên hatine qetilkirin lê zeliqandin û firotin. Di platformê de endama platformê Derya Etem, bal kişand ser kuştina jinan û diyar kir ku kesên jinan qetil dikin bên ceza dimînin û wiha got: "Em soz didin ku em tu carî têkoşîna wan li erdê nahêlin û em dê bilind bikin. Piştre fîlmê "Yarim Ay" temaşe kirin.