TJA'yê bi spotan bal kişand ser tundiya mêr 2019-11-24 17:47:03   NAVENDA NÛÇEYAN -TJA'yê bi minasebta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser jinê spot amade kirin. Di nav spotên hatin amdekirin de ya herî balkêş spta di 10 mehên ewil ên sala 2019'an de 390 jin hatin kuştin bû.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweryî ya bi Tundiy li Ser Jinan re spot amade kirin. Di spotên hatin amadekirin de bal hat kişandin ser tundiya li dijî jinê ya mêr.Herwiha TJA'yê navê hin jinên di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest  dan bi bîr xist û bal kişand ser banga jinan a "Em dixwazin bijîn"   Herwiha TJA'yê bal kişand ser rêjeya qetilkirina jinan a di 10 mehên ewil ên sala 2019'an de jî û wiha got: "Jin bi pilan tên qetilkirin. Dewleta kujeran nas dike û diparêze.Em bêdeng nemînin û têkoşîna xwe mezin bikin. Tujî rabe ser piyan."