Mamosteyên Hesekê piştevaniya mamosta Zehra kirin 2019-11-24 15:24:19   HESEKÊ - Mamosteyên zimanê kurdi yên Hesekê daketin qadan û bi meşek girseyî nerazîbûnên xwe ji bo biryara darvekirina mamosteya zimanê kurdî Zehra Mohammadi nîşan dan.   Mamosteyên zimanê kurdi yên Hesekê ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê daketin qadan, bi meşek girseyî nerazîbûnên xwe ji bo biryara darvekirin mamosteya zimanê kurdî Zehra Mohammadi nîşan dan. Mamosteyan dan zanîn ku bi polîtîkên dewletê yên nijadî, etnîkî û çandî jî şîdet û êrîşên li ser jinan zêde dibin gotin ku  qedexeya li ser zimanan jî şêwazek şidetê  ye.   Bi boneya 25’ê Mijdarê mamosteyên zimanê kurdî ên bajarê Hesekê daketin qadan û bi yek dengî biryara îdamkirina mamosteya zimanê kurdî  Zehra Mohammadi şermezarkirin. Meşa girseyî ku ji ber Cisrê Miftî dest pêk kir, heta navenda çand û hunerê veguherî mitîngê Di meşê de alên TEV-DEM- wêneyên zarokên ku di encma êrîşên dewleta tirk de birîndar bûn li gel pankartên li ser nivîsandinên weke “Ziman, çand û eredîngarî bedene li bedena xwe xwedî derkevin” û ”Ziman hebûne, hebûna me nayê qirkirin” hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê mamostaya zimanê kurdî Diyana Ebid El-Kerîm ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Ziman mirov dide naskirin, her pêkhate bi zimanê xwe yê dayikê tê nasîn. Dijminê Gelê Kurd hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kirine, ji bo vê yekê hewl didin ku me tune bikin. Polîtîkayên hemû dewletên netew yek in, dewleta tirk êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike, ji bo wê dibistan hatin wêrankirin mamoste û xwendekar bê dibinstan û xwendin man. Li Îranê jî ji ber mamoste Zehra zarok bi zimanê dayika wan perwerde kirine tê darezandin û cezayê dardekirinê lê hatiye birîn. Mamoste Zehra ya ku li ser şopa Mamoste Ferzad Kemangeran zarokên kurd perwerde dikir bû hedefa êrîşên hişmendiya tunekirina kurdan û niha li ber darê sêdarê ye.   Em jî wekî şagirt û mamosteyên zimanê kurdî soza xwe bi şehîdan re nû dikin û bi soza zimanê kurdî ku her dem xwe û zarokên xwe perwerde bikin didin. Em ê hewildibin ji bo hemû êrîşan bibin bersiv û li ber xwe bidin. Em dibêjin ji bo jiyana mamoste Zehra tu sûc nekirye lê wekî jinek kurd bi erka xwe ya netewî û civakî rabûye. Ji ber vê ji pêkanîên li ser Zeherayê  saziyên mafên mirovan ku bêdeng dimînin berpirsyarin.”    Meş bi dirûşma “Ziman hebûn û nasnameya mirovan e “ bi dawî bû.