Ji bo ajansa me xelata wêrekiyê: Em ê bi pênûsa jinê nivîsandina rastiyan bidomînin 2019-11-24 13:50:29 SİCİLYA - Berpirsiyar û Mudura Karên Nivîsê ya Ajansa me Safiya Alagaş ya xelata li ser navê rojnamgera Marîa Grazî Cutulî ya Afganîstanî ku di encama êrîşa El Kaîdeyê de jiyana xwe ji dest da girt got," Em ê bi pênûsa jinê nivîsandina rastiyan berdewam bikin."    Xelatên Rojnamegeriyê ku li ser navê nûçegîhana Crrîere Della Sera  Marîa Grazîa Cutulî ya Afganîstanî ku di encama êrîşa El Kaîdeyê de jiyana xwe ji dest da gîhaştin xwediyên xwe.  Merasîma xelatdayînê li bajarê ku gora Marîa lê bû li bajarê Santa Venerîna yê Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê li salona şaredariyê ya şanoyê hat lidarxistin. Beriya Merasîmê gora Marîa hat ziyaretkrin û kulîk li ser gora wê hatin danîn .Piştî wê kesên çûn serdana gorê vegeriyan salona merasîmê. Merasîm bi tevlibûna cîgira Wezîrê Karên Parastina Derve yê Îtalyayê Marîna Seren, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Corrîere Della Sera Antonio Ferrrarî, Nûnera Rêxistina Efûyê ya Îtalyayê Chîara Dî Marîa, Şardarê sANTA venerînaYÊ Salvatore Greco û ji malbata Marîayê jî Sabîna Cutulî û gelek kes tevli merasîmê bûn.    'Çi dibe bila bibe divê em rastiyan binivîsin'   Merasîm bi sînvevîzyona li ser jiyana Marîayê hat destpêkirin û piştre xebata hatin belavkirin .Xelata yekemîn ji rojnamegera Îtalî Mara Belîngrerî  re ku li ser Rojhilata Navîn lêkolînê dike re hat dayîn. Marta ya xelat girt  axaftineke kurt kir û wiha got: "Çi dibe bila bibe divê rastî bên nivîsandin."   'Nîsandina me ya rastiyan tê astengkirin'   Piştre ji Berpirsiyar û Mudura Karên Nivîsê ya Ajansa me Safiya Alagaş re xelat hat dayîn .Safiya xelata xwe ji Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Parastina Îtalyayê Marîna Seren girt .Safiye piştî ku xelat girt axafitin kir û got li Tirkiyeyê di şert û mercên pir xirab de dixebitin .Safiye wiha got: "Li gel vê em rojnamegertiyek rastyeqîn dikin. Lê ji ber ku em rastiyan dinivîsin rojnamegertî li me tê qedexekirin. Em tên binçavkirin û girtin û li me doz tên vekirin. Di hefteya borî de hempîşeyên me Melîke Aydin û Rûken Demîr hatin girtin."   'Em ê bi pênûsa jinê nivîsandina xwe berdewam bikin'   Sfiye di berdewamiyê de diyar kir ku paşerojeke bi hêz ya rojnamegeriyê ya jinên kurd heye û ev tişt got: "Rojnamegertiya Gurbetellî Erosoz a ku li Tirkieyê yekem Gerînendetiya Rojnameyekê kir esaz digirin .Gurbetellî Rêber û mamosteya me ye. Aliyên Gurbetellî û Marîa ku dişibhin hev hene. Wêrekiya wan dişibhe hev û şopandina wan a rastiyan dişibhe hev. Em jî wekî rojnamegerên jin ên kurd li pey heqîqetê ne. Li gel hemû zext û zoriyan em rojnamgertiya xwe berdewam dikin. Wê rastî di tariyê de nemînin û em ê van rastiyan bi pênûsa jinê binivîsin."