'Werin em bi yekîtiyê têkoşîna xwe di asta bilind de bimeşînin' 2019-11-24 13:04:51   ŞENGAL - TAJÊ ji bo minasebeta roja 25'ê Mijdare Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi daxuyanike nîvîskî bi bîr anî û berxwedana gerdûnî ya jinan silav kir.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi munasebeta 25'ê Mijdarê Mijdare Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê hat ragihandin ku tundiya li dijî jinê bi rêxstin û yekîtiyê ancex bi dawî bibe.    Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Em bi wesîleya 25' ê Mijdarê bang li NY, YE, tevahî jinan û raya giştî dikin, li dijî qirkirina jinên li Şengalê û hemû deveran rabin ser piyan. Di şexsê her sê xwişkên Mirabel de ku li dijî hişmendiya desthilatdar a zilamê serwer û li dijî şîdeta dewletê têkoşiyan û di oxira azadiya jinan û gelan jiyana xwe ji dest dan, em tevahî jinên têkoşer ên cîhanî bi rêzdarî bi bîr tînin û berxwedana gerdûnî ya jinan silav dikin. Çawa her sê xwişkên Mirabel, îro Hevrînan, Amaran, Bêrîvanan serî li dagirkeriya dewleta faşîst a tirk û hevkarên wan danaynin em jî serî natewînin.    'Werin em bi yekîtiyê têkoşîna xwe di asta bilind de bimeşînin'    Em bi wesîleya 25 ê Mijdarê bang li NY, YE, tevahî jinan û raya giştî dikin, li dijî qirkirina li dijî jinên li Şengalê û hemû deveran rabin ser piyan. Îradeya jinên Êzîdî di şexsê Tevgera Azadiya Jinên Êzdîxanê TAJÊ fermî qebul bikin, ji bo parastina Êzdîxanê statuyek fermî esas bigirin. Bi tenê bi vê tekoşîna hevbeş em ê bikarîbin miraseya Xwişkên Mirabel, Hevrîanan û Amaran, Bêrîvanan û hezaran cangoriyên Êzîdî xwedî derkevin. Werin em bi yekitî têkoşîna xwe di asta bilind bimeşînin."