Bi boneya 25’ê Mijdarê jinên ciwan ên Şehbayê futbol lîstin 2019-11-24 12:57:16   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Bi boneya 25’ê Mijdarê jinên ciwan ên Kantona Şehbayê futbol lîstin. Jinên di maçên futbolê de cîh girtin diyar kirin ku ew werzîşê weke şêwaza parastinê digirin dest.   Jinên ciwan ên ji dema dagirkirina Efrînê ve li Kantona Şehbayê dijîn weke hemû qadên jiyanê xwe di werzîşê de jî pêş xistine. Werzîşvanên jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Navneteweyî ya Li Dîjî Tundiya Li Hemberî Jinê futbol lîstin. Maçê bi tevlîbûna tîmên jinên ciwan ên Kantona Şehbayê dest pê kir. Maça yekem di navbera tîma Berxwedan û Ehdas de bi şêweyê wekhev derbas bû, maça duyem jî di navbera Til Qireh û Til Rifat de bi serketina tîma Til Rifat dawî bû.   ‘Em jinên ciwan em ê li hember tundiyê bisekinin’   Têkildarî maçên ku hatin li darxistin Hevseroka yekîtiya werzîşê ya Kantona Şehbayê Evîn Bîlel got: “Bi hatina roja cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê me du maç li dar xistin, bi boneya vê rojê weke jinên ciwan me xwest ku rojekê werzîşî bi hev re derbas bikin. Bi munesebeta 25'ê Mijdarê ev maç hatin lidarxistin. Ez cihê jinan di tîmên werzîşê de weke xeta parastinê digirim dest. Her hefte perwerdeya futbalê em dibînin û maçên me bi rihekî sportîv derbas dibe.”   ‘Hezkirina werzîşê me jinên ciwan li hev kom dike’   Sporvana parastinê ya tîma Til Rifatê Bêrîtan Hisên jî bal kişand ser hezkirinê ku dihêle îro ewqas lîstikvan gel hev kom bibin û bi boneya 25'ê Mijdarê maçan li dar bixin û teqez kir ku wê her futbalê berdewam bike heta serkeftinên mezin bi dest bixe.